DÊRIKÊ – Civîna ku bi dehan jinên ciwan beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Civîna ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hate lidarxistin, diyarî şehîdên ciwan; şehîd Viyan, şehîd Vejîn, şehîd Nûjiyan û şehîd Waîd hate kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Binevş Dêrik axaftina vekirinê kir.
Binevş Derîk di axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêber Apo û destnîşan kir ku divê jinên ciwan hemleya azadiyê ya ku ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin hembêz bikin. Piştre jî perspektîf û nirxandinên Rêber Apo ku bi taybet behsa rewşa jin dike û pêwistiya avakirina jina azad datîne holê , hatin xwendin. Piştî civînê rapora xebatên salekê yên Meclîsa Jinên Ciwan a Dêrikê ji aliyê Dîlan Celîl ve hate xwendin.
Civîn bi rewşa giştî û nirxandina xebatên jinên ciwan ên Dêrîkê berdewam kir. Jinên ciwan beşdarî nîqaşan bûn û rewşa rêxistinkirina jinên ciwan û alternatîfên ji bo xebat û têkoşîneke baştir di sala pêş pêk were nirxandin kirin. Civîn bi dirûşmeyan hat bi dawî kirin.