BEHDÎNAN – Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ji Enqereyê heta Serhedê, ji Mêrsînê heta Botanê, ji Amedê heta Metîna, ji Dêrsîm heta Zap û Xakurkê bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku bi biryardariya pêşengiya stratejiya şerê gelê me yê şoreşgerî ye, bi zanebûna berpirsyariya xwe ya dîrokî, di şert û mercên herî dijwar ên zivistanê de jî ji bo bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker, pêşî li dagirkeriyê digre û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide.
Li Xakurkê û Metîna ya di du rojên dawî de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên şoreşgerî pêk hatin, 23’ê Kanûnê li rojhilat û rojavayê Zapê 2 çalakiyên cuda yên şoreşgerî hatin lidarxistin. Bi operasyonên şoreşgerî yên ku li Zapê bi dawî bûn, artêşa Tirk a dagirker û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re derseke dîrokî ku wê tu carî ji bîr nekin, hate dayîn.
Agahiyên berfireh li ser Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş û Pêngava Şoreşgerî ya Girê Amediyê wiha ne:
Herêma Zapê;
- 23’ê Kanûnê saet 17:00’an li dijî dagirkerên ku li ser du girên herêma Berxwedana Serdemê ya Kurojahro bi cih bûne, ji sê baskan ve çalakiya Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş hatiye lidarxistin. Yekemîn milê operasyona şoreşgerî ya ku bi taktîka ketina sê alî dest pê kir; Ketin nav çeperên dagirkeran û bi bombeyên destan û çekên ferdî bi bandor li dagirkeran xist. Di çalakiya yekemîn de 3 çeper bi temamî hatin rûxandin û ketin çeperan. Li vê derê li ser cenazeyên 3 dagirkeran 1 çeka otomatîk a navîn BKC, 1 çeka ferdî MPT-55 û 1 doçka hate rakirin.
- Destê duyemîn ê operasyona şoreşgerî; Bi bombeyên destan, çekên ferdî û yên otomatîk kon û çeperên dagirkeran hedef girtin. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar jî neçar ma cih û warên xwe biterikîne û bireve. Her wiha 3 çeper û 4 kon bi temamî hatin rûxandin.
- Destê sêyemîn ê operasyona şoreşgerî; Bi çekên otomotîk ên navîn, kon û çeperên ku dagirker lê kom bûbûn kirin hedef. 12 dagirkerên ku li hev kom bûne bi awayekî bi bandor hatin hedefgirtin û gulebaran kirin. Kamelya bi temamî hat rûxandin û 12 dagirkerên di hundir de hatin cezakirin. Di heman demê de 1 pergala kamera mobesse jî hate rûxandin.
- Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Muş de; Bi giştî 18 dagirker hatin cezakirin û 1 dagirker jî birîndar bû. 1 çeka navîn a otomatîk a BKC, 1 çeka ferdî MPT-55 û 1 çeka doçka ji dagirkeran hatin desteser kirin. Her wiha 6 mewzî, 4 kon, 1 kamelya û 1 pergala kameraya mobesse hatin rûxandin. Hêza dijmin a li ser her du girên ku di çarçoveya pêngava şoreşgerî de hatibûn hedefgirtin, bi temamî hate rûxandin û dagirkerên mayî jî neçar man ku çeperên xwe biterikînin û birevin. Piştre jî ev her du girên ku cenazeyên dagirkeran lê bûn, ji bo ku bi temamî nekevin bin kontrola hêzên me, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi dijwarî hatin bombekirin.
Hêzên me yên gerîla ev çalakiya şoreşgerî bêyî windahiyan bi awayekî serketî li dar xistiye û li ser navê hevrêya me Melsa Mûş ku yek ji fermandarên pêşeng û dêrîn ên Zapê ye pêk aniye.
Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
- Der barê operasyona şoreşgerî ya 23’ê Kanûnê saet 14:40’an de me agahiyên berfireh parve kirin. Ji bilî agahiyên ku em parve dikin; Di vê operasyona şoreşgerî de 4 çekên ferdî yên dagirkeran hatin desteserkirin. Her wiha 2 çekên A4, 2 bombeyên zincîrê yên mezin û zincîrên wan, 1 çeka sekvanî, gelek malzemeyên leşkerî û teknîkî û 26 kon û çeper hatin rûxandin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- Di 23’ê Kanûnê de herêmên Balayan û Gundê Silê yên herêma Qendîlê 2 caran, herêma Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 4 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 6 caran hate bombekirin.