AMED – Kongreya Meclisa Ciwanên Partiya DEM’ê bi dirûşmeya “Vejînek Ciwan” bi beşdariya bi hezaran ciwanan dest pê kir. Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) bi şîara “Vejînek Ciwan” dest pê kir. Bi hezaran ciwan beşdarî kongreya ku li Salona Dawetê ya Geterler a navçeya Rezan (Bağlar) a Amedê hat lidarxistin bûn.
Ciwanên beşdarî kongreyê bûn bi pankart û dirûşmeyên ku vekirin peyamên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dan. Ciwanan her wiha bal kişandin ser çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”. Her wiha ji salonê dirûşmên “Bî Serok jiyan nabe” û “Bî Serok Apo” û “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav ” hatin berzkirin.
Tevî Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan û gelek parlamenter, gelek navên saziyên sivîl ên bajêr jî beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Agahiyên berfireh tên…