NAVENDA NUÇEYAN – Di çarçoveya bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Qamişlo û Amûdê daxuyanî da. Li Qamişloyê hevseroka Şaredariya Gel a bajêr Emel Şemdîn li pêş şaredariyê daxuyanî xwend, her wiha li Amûdê jî hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê Ebduselam Qafoz daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyan de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca têkbirina vîna gel û pêkanîna aloziyê û bêîstîqariyê û derbekirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyên Qamişlo û Amûdê de bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku van êrişan bidawî bikin û herêma ku bi hezaran şehîd li dijî terorê û çeteyên DAIŞ′ê dane, biparêzin.
Her wiha li navçeya Girkê Legê jî meşeke girseyî ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir.
Li nava bajarê meş vegerî mîtîngê û li wir hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Fermiz Elî axivî û bêdengiya navneteweyî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got armanv ji van êrişan vîna şêniyan têk bibin û wan bidin koçberkirin.
Meş bi diruşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana Rêber Apoi dawî bû.
Xelkê Reqayê jî meşeke girseyî ji pêş Nexweşxaneya Zarokan ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Li qadê endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyne Ebdo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin ew êriş vîna gelên li ser metoda neteweya demokratîk dijî, têk nabe. Di daxuyaniyê de gel soz da ku ew ê bi berxwedan û vîna jina azad tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.
Li aliyekî din jî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê li pêş avahiya xwe daxuyaniyek da. Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî Esmaa Remo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêm dermirovî ne û dê gel li kêlek hêzên xwe yên leşkerî bisekinin û parastina xaka xwe bikin, her wiha bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku van êrişan bi dawî bikin.