DIRBÊSIYÊ – Li bajarê Dirbesîye Yekîtîya Jinên Ciwan Viyan Serhed, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa, Welîd Menal, Murhef Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm, ku di erîşên dewleta Tirk a dagirker a 25’ê Kanûnê 2021’ê li ser akademiya ciwanan a Kobanê de şehîd bûn bi bîr anîn. Her wiha şehîdên Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Ebdulrehman Kizil jî hatin bibîr anîn.
Pêşengehekî suretên şehîdan hat çêkirin û mûm hatin pêxistin. Piştî wê sînevîzyonekî li ser Şehîd Viyan Serhed hat temaşe kirin û çalakî hat bi dawî kirin.