QAMIŞLO – Artêşa dewleta Tirk a qirker îro careke din li dijî binesaziya Qamişlo êrişên esmanî pêk anîn. Heta niha 10 caran bi balafiran cihên cuda yên bajêr bombebaran kiriye. Li bajarê Qamişlo balafirên dagirkeriyê êrîşî kargeha Eser ya kebleyên avahîsaziyan kir.
Di êrişa duyemîn de Stasyona trenê ku alavên înşîatê lê bûn hat armanc kirin. Di êrişa 3’an de çapxaneya Sîmav a pirtûkan kir armanc. Piştre balafiran riya sereke ya ku diçe nexweşxaneya Korona kir armanc û ev dibe êrişa 4’an .
Di êrişa 5’an de jî derdora girtîgeha DAIŞ’ê bonbebaran kir. Her wekî bi cara 6’an re Kargeha Cizîrê ya çandiyê hat armancgirtin. Şîrketa Şemal ya durutinê jî hat banbebarankirin.
Li gor agahiyên destpêkê di encama êrişan de hejmarek bîrîndar hene. Di êrişan de herî kêm 3 welatî şehîd bûn, hejimarek zêde ji welatiyan jî birîndar bûn – Nexweşxaneya Ş. Xebat, Dil û Çav û Sûriya El-Texesusî banga dayîna xwînê kirin.
Di heman demê de dagirkeriya Tirk derdora gundê Birçiqasê, Meyase ya navçeya Şerewa topbaran kir.
Êrişên li hemû hereme Bakur û Rojhilat Suriye:
🔸 Dewleta Tirk a dagirker Salona Dawetê ya Karam a bajarê Amûdê hedef girt.
🔸 Dagirkeriya Tirk kargeha xwarinê ya El-Cezîre ya Qamişlo kir hedef.
🔸 Dagirkeriya Tirk kargeha tekstîl û dirûtinê hedef girt.
🔸Dagirkeriya Tirk gundên navçeya Dirbêsiyê hedef girtin.
🔸Dagirkeriya Tirk Şîrketa Avahiya Çandiniyê hedef girt.
🔸Dagirkeriya Tirk Çapxaneya Sîmav a çapxaneya pirtûkên dersê hedef girt.
🔸Dagirkeriya Tirk stasyona trênê ya Qamişlo kir hedef.
🔸Dagirkeriya Tirk Kompanyaya El-Şemal hedef girt.
🔸Dagirkeriya Tirk şîrketa çîmentoyê ya bajarê Qamişlo kir hedef.
🔸Dagirkeriya Tirk gelek gundên girêdayî navçeya Şêrawa ya gundewarên bajarê Efrînê yê dagirkirî û gundên Şehba ji nav wan (gundê El-Meyassa – Burc El-Qas – Soganka) kirin hedef.