QAMIŞLO – Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gelek navendên binesaziyê yên li bajarê Qamişlo îro (25.12.2023) de, di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de xisareke mezin a madî çêbû, karkerên di navendên xizmetguzariyê de dixebitin şehîd û birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên ewil ji aliyê çavkaniyên tenduristî û ewlehiyê û Meclisa Malbatên Şehîdan ve, di encama êrîşan de 6 kes şehîd bûne û 9 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku bi berdewamkirina xebatên ekîban re dibe ku hejmar biguhere, lê li gorî agahiyên ku nehatine piştrastkirin, di êrîşa li ser Çapxaneya Sîmav de 4 kes şehîd bûne.