TEBQE – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê îro piştî nîvro merasîmek ji bo bîranîna şehîdên Ciwan ên ku di 25’ê Kanûna 2021’an de li Kobanê ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin hedefgirtin û tê de 6 şehîd bûn li dar xist.
Bîranîn bi dehan ciwanên herêmê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li mezara şehîdan hate organîzekirin û destpêkê bi û deqîqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan. Paşê rêveberê Ciwanên Şoreşger Diya Eldîn El-Mihemmed axaftinek li ser jiyan û riya şehîdan kir û bal kişand ser girîngiya tolgirtina şehîdan. Piştre jî li ser şehîdan û dîroka têkoşîna wan sînevîzyon hat pêşkêşkirin.
Di dawiyê de beşdaran bal kişandin ser bilindkirina têkoşîna şoreşgerî û rêya şehîdan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.