NAVENDA NUÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Kanûnê ve, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bajarê Dêrikê, navçeya Tirbespiyê û Qamişlo li kantona Cizîrê heta Kobanê ya kantona Firat û Kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dike.
Li hember wan êrişan, bi sedan şêniyên û pêkhateyên herêmê daketin qadan û êrişên dewelta Trik a dagirker bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Hevseroka Komîna Şehîd Hozan Selman Mihemed li pêşiya Saziya Kehrebeyê ya Amûdê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî xelkê herêmê yên şerê DAIŞ`ê kirine, pêk tine.
Li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê Meclisa Navçeyê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe qanûnên navneteweyî li pêş çavên hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bin pê dikin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda xwe ya li başûrê kantona Reqayê şermezar kir. Berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Ebîr El Hac Ebdullah daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk piştî binkeftina li Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, êriş herêmê kir û soza mezinkirina têkoşînê li hember êrişan hate dayîn. Şêniyên navçeya Girkê Legê û endamên saziyên sivîl ên navçeyê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke protestoyî li dar xist.
Şêniyan di çalakiya xwe de êriş dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember wê bi daxuyaniyekê ku hevserokê Meclisa Navçeya Çilaxa Mihemed Faris xwendiye, şermzar kir.