DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrazorê ji bo pîrozkirina çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG û YJA-STAR li dijî artêşa Tirk a dagirker û ji bo şermezarkirina êrîşên hewayî yên dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek meşaleyî li dar xistin.
Alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, alên Rêber Apo û meşeleyên hatin hildan diruşmeyan hatin berzkirin. Meş ji pêşiya Desteya Ciwan û Werzîşê dest pê kir û heya Mebar El-Salhiye berdewam kir.
Li wir daxuyaniyekî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rawda ve hate xwendin. Serkeftina hêzên gerîla û wendahiyên mezin ku li dijminê faşîst dane hatin pîroz kirin.
Her wiha, di daxuyaniyê de hate gotin, “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û bi ser bikevin û em ê ji şehîdên xwe re soz bidin ku heta şikandina vîna dagirkeriya Tirk em ê li ser şopa wan bin. Bi têkoşîna gelê xwe, berxwedana hevrêyên xwe û fedakariya şehîdên xwe em ê bi ser bikevin.”