KOBANÊ – Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitîya Jinên Ciwan ve di salvagera duyemîn ya şehadeta 6 ciwan li bajarê Kobanê bi meşek hatin bi bîranin. Dewleta dagirkera Tirk di wê rojê de saet 9.15’an de bi ledanên ser axa Rojavayê û bajarê Kobanê despe kir. Di despeka meşe de heya dawî denge ledanên balafirên bê mirov ya dewleta dagirker hatin bihistin û dûmana wan êrişan keleka meşê rabû. Lê ciwanên û jinên ciwanên li bajarê Kobanê ne tirsiyan û meşa xwe bi dawî kirin.
Ji ber rewşa ewlekariyê meşa ku li Şehîdlikê dawî dibû û di bajarê Kobanê hatiyê dawî kirin.
Di dawiya meşê de endamê Yektitîya Jinên Ciwan ya Ronahî Mohamed axifî û hesten Tolhildanê û hersa ciwanên li hember dijmin anî ser ziman û wan 6 hevalên Şehîd bi rezdari bi bîr ani. Lê piştî meşê ciwanên û jinên ciwan disa kom bûn û çûn Şehîtlikê û mum ser goristanan wan şehîdan pexistin û wan hevalan bi bîr anin. Di we keliyê de jineke ciwan bi navê Sara li ser goristana wan hevalan soza xwe tevlîbûna dayê ji bo tola wan şehîdan rake.
Piştî wê di dema evarê de ciwanên û jinên ciwan bi meşa erebeyan çalakiya gerîlayên di qadên Berxwedanê silav kirin û di qada jina azad ya Arin Mirkan bi dilan û fişekên hawai çalakiyên gerîla pîroz kirin.
Edî ciwanên û jinen ciwan li bajarê Kobanê bi wan rêze çalakiyan îspat kirin ku tu çar ji dijmin natirsin û hêsten tolhildanê li hember dijimin bilind dikin.