TEBQE – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê dûh êvarê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo piştgiriya Hêzên Parastina Gel li çiyayên Kurdistanê di rêya meşekê de meşeke erebeyan li dar xist. Herî dawî li çiya ji aliyê hêzên gerîla ve çalakî hatin lidarxistin û di encamê de gelek leşker hatin kuştin.
Meşê bi beşdariya ciwan û jinên herêmê bi ços û moralek mezin li hemû tax û bazarên bajêr geriyan.