HESEKÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê ji bo bîranîna şehîd Nûjyan Ocalan, Viyan Kobanî, Rojîn Îsa, Welîd Menal, Murhef Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm, ku di encama hedefgirtina akademiya ciwanan a Kobanê a 21’ê Kanûnê 2021 de şehîd bibûn, çalakiyek li dar xistin.
Di serî de di şexsê van hevalan de deqeyek rêzgirtin hat kirin û mûm hat pêxistin, piştre axaftin hat kirin û sinevizyon li ser van hevalan hat temaşe kirin.
Biranin bi sloganan “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
SILAVKIRINA ÇALAKIYÊN GERIYALÊN
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê ji bo silavkirina serkeftina gêrîla meşek ereba û şahiyek li dar xistin. Bi dehan ciwan û saziyên leşkerî meş bi ereba di hundirê bajar de geriyan û bi siloganên BIJÎ BERXWEDANA GÊRILA û BIJÎ SEROK APO meş rengîn kirin. Pişti li cîhekî şahiya xwe berdewam kirin û gowend girt.