TIRBESPIYÊ – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û bi sedan xelkê Tirbespiyê ya Cizîrê bi erebeyan daketin qadan, piştgirî da berxwedana HPG′ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Ciwan li tevahî kolanên Tirbespiyê geriyan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan, diruşmên ′Bijî serok Apo′ û ′Bijî berxwedana gerîla′ berz kirin.
Girseya ciwan û gel li pêş Şaredariya Gel a Tirbespiyê sekinîn û li wir li ser navê ciwanan endamê rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Kîwan Kenan daxuyanî xwend û wiha got: “Li ser navê tevahî ciwanan em gerîla silav dikin. Gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker operasyonên serketî pêk anîn û em bi hemû hêzên xwe piştgiriyê didin wan.”
Kîwan Kenan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Meş bi diruşma′Bijî berxwedana gerîla′ bi dawî bû.