NÛSÊBÎN – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, duh bi şev saet di 12’an de li nêzî Şerîf Başak Sitesî ya li ser sînorê Qamişlo ya Nisêbînê droneke keşfê ya faşîst, dewleta Tirk a dagirker ket xwarê.
Heya niha nayê zanîn drona keşfê ya ku dîmenên wê ji aliyê ciwanan ve hatiye kişandin, çawa ketiye xwarê yan jî hatiye xistin. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin polis hatin cihê ku drona lê ket û demeke dirêj li cihê bûyerê man.