QAMIŞLO – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekî çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG û YJA-STAR li dijî artêşa Tirk a dagirker pîroz kirin.
Daxuyanuyani wisa ye:
“Em wek Tevgera Ciwana êrîşên ku li dijî destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebul nakin û mehkum dikin. Êrîşa li ser destkeftiyên şoreşê êrîşê li ser nasnameya ciwantî ye. Şoreşa azadiyê her tim xwe bi ciwana nû kiriyê û xwe nû dike û mezintir dike. Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker axa me dagir bike û dest biavêje welatê me û emê li dijî dagirkeriyê ala berxwedanê û serkeftinê bilind bikin. Em weke ciwan her tim li qada bin û erkê ku dikeve ser milê me wek erka ciwantî ku di şoreşê de pêşeng e emê pêk bînin.
Em wek ciwan çalakiyên gerîlayên azadiyê û operasyona şoreşgerî silav û pîroz dikin û dibêjin wek ciwan dibe. Her der gerîla, her der berxwedan tevbigerin û emê heya dawîyê bi erka xwe ya ciwantî bi hemû awayî li ser şopa şehîdan û şervanên azadiyê bin û şoreşa azadiyê mezintir bikin û her tim bi gerîla re bin, ew in ku dijminê dagirker têk bibe gerîla ye û gerîla bi sekna xwe dijmin têk dibe û bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nû dike.
Em wek ciwanên fedayî yên Rêber Apo wan êrîşên mehkum dikin û di heman demê de banga me ji bo tevahî ciwanên azadîxwaz heye ku li dijî wan êrîşên bê deng nemînin û nîşanê hemû hêzên dagirker bidin ku tu carî nikare hêz û îradeya me bin bixe. Îradeya me ji fikir û felsefeya Rêber Apo û serkeftina gerîla tê û divê wek ciwan xwedî helwest bin û ji bona têk birina wan êrîşan divê heya rojê ku dagirker li ser welatê me neqede em nasekinin û her derê bi rihê Apoyî û bi rihê serkeftin û azadiya gelan berxwebidin.”