NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, çalakiyên gerîlayên azadiyê li Zap, Xakurkê û Metîna ku derbên giran li faşîstan xistine, û di encamê de dewleta Tirk a dagirker bi dehan leşker kayıp daye bi çalakiyên 3 cîhên cûda slav kir.
Daxuyannî wiha ye:
- Çalakiya yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amedê!
24’ê Kanûnê saet di 23.05’an de li ser rêya Amed/ÇINAR’ê konteynireke maleke aîdî alîgirên AKP/MHP’ê yên faşîst hate şewitandin. Hat diyarkirin ku kesê bi vê konteynirê çavdêriya zeviya xwe kiriye û di vê konteynerê de bi leşkerên dijmin re hevdîtin kiriye. Ji ber vê yekê konteynir bi şewitandina agir hate rûxandin. Ev çalakî ji bo silavkirina berxwedana gerîla hatiye lidarxistin.
- Ji yekîneyên me yên YCWK Dîlokê çalakî!
Di 22’ê Kanûnê de saet di 22.35’an de li ser rêya Dîlok/Rihayê îstasyoneke bazê ya li kêleka rê şewitî û êdî bê ku tê karanin.
- Çalakiya yekîneyên me yên YCWK’a Mêrsînê!
Yekîneyên me 22’ê Kanûnê saet di 01.25’an de li dijî depoya li ser rêya Mêrsîn/Edeneyê ku malzemeyên ku hatibû tespîtkirin aîdî rêveberên MHP’ê yên faşîst e ku malzemeyên depokirinê tê de hatibûn bicihkirin, çalakiyek li dar xistin.