DIRBÊSIYÊ – Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan a navçeyê Dirbêsiyê berxwedana bi heybet a gerîlayên HPG û YJA-STAR li dijî artêşa faşîst a Tirk silav kirin û êrişên dagirkeriyê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Alên HPG, YJA-STAR, Rêber Apo û Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên bi siloganên “Jin, Jiyan Azadî”, “Têk bibe dagirkeriyê, serbixe azadî” hatin hildan. Meş li qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Çerxerêya Gardînya ve bi rê ket.
Li wir endama rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Elîza Hiso daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla hat pîroz kirin û diyar kir ku çavkaniya hêzê gerîlayên û gelê berxwedêr tekoşînê bê navber a Rêber Apo ye. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin û greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkî hat silav kirin.
Her wiha, hat destnîşankirin ku li hember êrişên dijmin ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên azadîxwaz berxwedaneke mezin didin meşandin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan û jinên ciwan hat kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker asta têkoşînê bilind bikin.