HELEB – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê li navenda xwe çalakîyekî li dar xist ji bo bîranîna 6 şehîdên tevgera ciwanan a Kobanê Viyan Serhed, Nûjyan Ocalan, Rojîn Îsa, Welîd Menal, Murhef Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm, ku di 21’ê Kanûnê 2021 de li akademiya xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên hewayî hatin hedef girtin.
Bîranîn bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê sînevîzyonekî li ser jiyana her 6 şehîdan hat temaşe kirin.
Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera ciwanan çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kobanê li dar xist. Di eynî demê de ku êrîşên li dijî mirovahîyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser sîvîlan berdewam dike, gelê Rojavayê Kurdistanê xwedî li berxwedana gerîla û li şehîdên xwe derdikeve. Li Kobanê, di bîranîna 6 şehîdan de, jineke ciwan soza tevlîbûna di nav refên PKK da.