KOBANÊ – Yekîtîya Jinên Ciwan a herêma Firatê li bajarê Kobanê meşeke meşeleyî li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakûr û Rojhilat Sûriyê lidarxistin û çalakiyên Gerîla di qadên berxwedanê ya Metîna, Zap û Xakûrkê pîroz kirin.
Beriya meşê Jinên Ciwan û Ciwan li qada Şehîd Egîd kom bûn û bi moraleke bilind meşa xwe di saetên evarê despê kirin. Jinên Ciwan û Ciwan meşa xwe heya Xestê Miştenûr ku di 25’ê Kanûnê bû hedefa balafirên bêmirov ya dewleta dagirker û faşîst. Li vir bi metîngeke meşa xwe dawî kirin. Mitîng bi daqaekî rêzgirtin li ser bîranîna Şehîden Şoreşge despe kir û piştî we endamê Yekitiya Jinên Ciwan Jîn Ahmed axifî û erîşên dagirkeran şermezar kir û çalakiyên gerîla silav kir.
Bi sloganên wek “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok APO” meşa Jinên Ciwan hat bi dawî kirin.