MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê 6 şehîdên tevgera ciwanan Viyan Serhed, Nûjyan Ocalan, Rojîn Îsa, Welîd Menal, Murhef Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm, ku di 25’ê Kanûna 2021’an de ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin hedefgirtin, bibîranîn.
Bîranîn li navenda ciwanan bi amadebûna xort û jinên ciwan ên herêmê, bi bi xêr hatina beşdarvanan û deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdan destpêkir. Piştre berdefkê Ciwanên Şoreşger Ehmed El-Cumelî axivî û di serî de li ser jiyan û riya şehîdan rawestiya û tekezî li ser bidawîkirina rêya şehîdan kir. Di dawiyê de bal kişand li ser bilindkirina têkoşîna şoreşgerî û temamkirina rêya şehîdan heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo.
Piştî wê sînevîzyonekî li ser her 6 şehîdên Kobanê hat temaşe kirin.
Di dawîyê bîranînê de meşekî sayarê ji bo pîrozkirina berxwedana gerîlayên HPG û YJA-STAR li dijî dewleta Tirk a dagirker hat li darxistin.