TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê soza temamkirina rêya şehîdan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji pirsgirêka kurd re” bi beşdariya jin û xortên ciwan herêmê û tevgerên ciwanan danê êvarê meşeke meşaleyî li dar xist. Xwepêşandan ji taxa sêyemîn dest pê kir û pankartên bi nivîsa “Ji dagirkeriya Tirk re na”, “Na ji armanckirina saziyên jiyanî” hatin hildan. Bi dengekî bilind, redkirina dagirkeriya dewleta Tirk û siyaseta wê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dema gihiştin taxa duyemîn, beşdaran deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan rawestiyan. Piştre jî daxuyaniyek hate dayîn. Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan “Saja Ayed” serkeftinên hêzên gerîla yên li çiyayan û têkbirina dewleta Tirk a dagirker pîroz kir.
Piştre destnîşan kir ku piştî ku dewleta Tirk a dagirker nikarîbû li hemberî hêzên gerîla raweste, dest bi bombebarankirina navendên jiyanî û navendên tenduristiyê yên li herêmên Rêveberiya Xweser kir. Ji gelê xwe re soza temamkirina riya şehîdan da û diyar kir ku ew wê li hemberî hemû dewletên dijminê projeya Rêveberiya Xweser berxwebidin.