HESEKÊ – Îro Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî û di çerçoveya kampanya “Mala xwe, taxa xwe, welatê xwe biparêze” li gelek deveran bendên kontrolê danîn. Di rewşa heyî de ku êrîşên dewleta faşîst a Tirk li derdora Rojava pêk tîne, erka herî bingehîn ya gelên rêxistinkirî û bi taybetî jî jinên ciwan ewe ku parastina şoreşê bikin.
Li Dêrikê gelê Kurd ji bo parastina van xwe kirin mertal û di bin çavê dronên dewleta dagirker de çûn navenda enerjiyê û stasyona ceyranê. Rêbazek din jî xweparastina kolan bi kolan e, di bin kontrola hêzên gel de bi rêya HPC, Asayîş û ciwanan di nava komîteyên xweparastinê de bi rêxistin kirin.
Ciwan bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî di çarçoveya kampanyaya “Mala xwe, taxa xwe, welatê xwe biparêze” xwe rêxistin dikin.