KOBANÊ – Di 25’ê Kanûnê de dewleta Tirk a faşist, dagirker bi êrişên bê navbêr û dijwar li hember civaka Rojhilat û Bakûrê Sûriyê berdewam kir. Di wan rojan de taybet Kobanê û Qamişlo pir zêde hatin hedef girtin.
Li Kobanê nexweşxane bi navê Miştenûr a ku taybet ji bo dermankirina gel dixebite, en nexweşxane bi hevkariya navnetewî wek “Doktoran bê sînor” (Ärzte ohne Grenzen) û grûbeke ya bajarê Elmanyayê ya Mainzê hatiyê avakirin. Nexweşxane bi çend bombeyên ya balafirekê bêmirov ya dewleta Tirk a qirker ve bû hedef û di bingeh de hatiyê xerabkirin, nexweşxane bê îşlev maye û nikare were xebitandin. Nuçegîhana me bi Doktor Ahmed a ku di wê xeste de dixebitî re axifî û nerîna wê beramberê wan êrîşan girt. Heya niha ji aliyê saziyên navnetewî van êrişên li ser cihên kargehên û xizmetkarên medenî, ne hatin şermerzar kirin.
Ger mîletê me wextê lêdanê li vir bûya me zerarekê hin mezintir dîtiba!
Doktor Ahmed got:
“Klînîka Miştenur di 25’ê Kanûnê de sewaxiq lêketin, giştî şewitî, ji askerê Tirka ve. Tiştekê baş hebû em di wê wextê tê de ne hazir bûn. Klînîkê me mezine û tiştekê nemaye giştî şewitiye. Ez bi xwe di beşa Şekir dixebitim. Di rojanê 60-70 nexweşên me hene, herî zêde 3000 nexweşên me hene li vir derman dibin û em tehlîlan ji wan re çêdikin. Wê îhlê jî beşa nasahî heye, tehlîl heye, atfala heye. Merkezekê pir mihûm bû ji bo bajar. Rojanê me hebûn digihiştin 300 heta 500 nexweş kom dibûn. Îlaç ji vê derê distandin. Anha îro şewitiye, tiştek ser hevdû nemaye. Weke din dermanên me çûn, cîhaza tehlîlên me çûn. Di vê merhalê de rastî jî miletê me ketiye halekê tang de. Niha 300-500 kes îlacê xwe ji ku derê bistîne? Tiştek şûnê wî nemaye.
Em rastî pir aciz bûn, em xemgîn bûn. Rewşeke di kokê de nexweşe.
Dijminekê ku di xesteyek, klînikê lê dixe yani manê xwe wan dijmina edî ferqa nad askerî û medenî. Rastî me di tehlûkeyên pir mezin de çêkir. Lê em dixwazin mîlet şiyar be û bizane be! Yanî baş bû ku wextê ku lê da mîlet ne hazir bû. Hazir ba zirarekê mezin çêbana. Di rojan di vê derê tijî zarok in û însanên bi amrê mezin tên dermanê xwe ji vê derê distînin. Yanî wê wextê ku teqîn li vê derê çebû mîlet li vê derê hebûya, wê zirarekê pir mezin çebiba.”