SÃO PAULO – Li ser banga platforma DEFEND KURDISTAN, çalakgerên li Sao Paulo li cihên geştiyarî yên li bajarê ku rojane bi hezaran kes tê de derbas dibin, çalakiua projeksiyon li darxistin. Pêşandanên çalakiyê li Memorial da América Latina û televîzyona Rede Record de hatin lidarxistin.
Bi gotinên “Rojava biparêze”, “Faşîzma Tirk biperçiqîne“, “Bijî PKK“, “Jin Jiyan Azadî” û “Azadî ji Ocalan re” bi dehan kesên ku mijarê nizanin li ser Kurdistan û Rojava rawestiyan. Li herêmê çi diqewime meraq kirin û piştgirî dan çalakiyê.