RIHA-Weke ku tê zanîn li dibistana seretayî ya gundê Belenbaşi ya navçeya Buca ya Îzmîrê navê Esat Oktay Yildirim ê ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an Amedê bi îşkenceyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê pêk anî bû navê wî danîn bû sedema bertekan. Biryara ku ji aliyê gel ve rastî bertekên mezin hat, piştre yekser hat betalkirin.
Her çend piştî bertekan yekser nav hat guhertin jî, lê ji ber ku li dibistanekê navê kesê bi îşkenceyê tê naskirin hat girtin û kesên ku ev biryar dane nehatine cezakirin, bertekan zêde dike.
Bi armanca protestokirina biryara li ser vê bingehê û piştgirîkirina berxwedana ku ev zêdeyî 30 roj in ji aliyê girtiyan ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, endamên Meclîsa Ciwanên DEM’ê yên Riha li hev civiyan. Li Pira Kavşakli ya navçeya Pirsûsê pankarta bi wêneyê Kemal Pîr ê sembola Berxwedana Giran a 14’ê Tîrmehê daliqand.
Li ser pankartê ji aliyê ciwanan ve “Em Silava Laz Kemal in” hate nivîsandin.