NAVENDA NÛÇEYAN – Dûran Kalkan tevlîbûna herî mezin a pêngava ‘ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ji aliyê gerîla ve hatiye kirin û got ku çalakiyên dawî hêviya hêzên şoreşger-demokratîk zêde kirine û dilê wan hênik kiriye.
Kalkan got, “Gerîla dîsa xala dawî ya sala 2023’yan danî. Çi got? Got wê her tişt ji min bê pirsîn û însîyatîfa vî karî di destê min de ye. Ji xwe heta niha me digot dijmin xitimiye û tev li hev bûne. Niha çareseriyeke nû dest pê dike, ew jî pêvajoya paqijkirina dagirkeran e. Pêvajoya rizgarkirina cihên dagirkirî ye. Çalakiya gerîla di asta paqijkirin û têk birinê de pêk hatiye” û gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir.
Nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ê tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû wiha ye:
Em sala 2023’yan bi dawî dikin. Me berê vê salê weke sala berxwedan û hêviyê pênase kiribû. Bi rastî jî salek bi têkoşînên mezin derbas bû. Li hemû eniyan berxwedanek topyekûn pêk hatin. Her wiha erdhej jî çêbû. Di meha duyemîn a salê de, di 6’ê Sibatê de. Di vê wateyê de salek ku êşa wê jî hebû. Di serî de ez sersala mîladî li Rêber Apo, li hemû hevrêyên me, gelê me û dostên me pîroz dikim. Di sala 2024’an de ji bo hemû kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re serkeftinê dixwazim.
Tevahiya salê me li ber xwe da û me şehîd dan. Ez di şexsê şehîdên me yên leheng Leyla û Axîn de hemû şehîdên sala 2023’yan yên qehreman bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.
Sala 2023’yan salek bi têkoşîna mezin derbas bû. Salek ku destkeftî û tecrûbeyên mezin hatin bidest xistin. Li ser vê bingehê em dikevin sala 2024’an. Em bawer û hêvî dikin; Sala 2024’an wê bibe sala têkoşîneke berfirehtir, mezintir û bi vegirtî. Têkoşîna azadî û demokrasiyê wê li her qadê û li her eniyê belav bibe, mezin bibe, kûr bibe û destkeftiyên mezintir bi dest bixe. Sala 2024’an wê bibe sala serkeftina şoreşê. Wê bibe sala serkeftina têkoşîna azadiyê. Di vî warî de sala 2023’yan mîraseke girîng dewrî sala nû dike. Em dikarin vê bi hêsanî bibêjin. Ev yek li hemû eniyan pêk tê. Di sala 2023’yan de weke gel, weke jin û ciwanan me bi rastî berxwedanek mezin pêk anî.
SALA 2023’YAN BÛ SALA ZELALBÛNÊ
Beriya her tiştî sala 2023’yan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû sala têkoşîneke mezin. Li hemû eniyan bû saleke berxwedanê. Pêşketinên ku bi van berxwedanan re derket holê jî hêvî geşkirin û xurtkirin. Di encama têkoşîna sala 2023’yan de derket holê ku jiyana wekhev, azad û demokratîk pêkan e, dikare li her qadê pêş bikeve û li ser esasê jiyanek wiha bi qasî derfetên heyî dikare cîhanek nû biafirînin. Di vê wateyê de em sala 2023’yan weke sala zelalbûnê dibînin. Sala şênberkirinê bû. Kî dost e, kî dijmin e, kî rast e, kî şaş e, kî paşverû ye, kî pêşverû ye; ev zelal bûn. Bi awayekî vekirî hate dîtin ku bi têkoşînê dikarin destkeftiyên mezintir werin bi dest xistin. Tevahî reşbînî û bêhêvîtî hatin şikandin û ji holê hatin rakirin. Di şûna wê de hêvî, bawerî, îrade û îdiaya ku berxwedan û têkoşîn wê her tim destkeftiyên mezin biafirîne û serkeftinan bi xwe re bîne, zêdetir pêşket û xurtir bû. Bû sala îdîa, îrade û baweriya şoreşgerî. Saleke ku tê de hemû reşbînî û bêhêvîtî ji holê rabûye, saleke xwe ji nû ve komkirina ser hev, bidestxistina hêviyê, hişyarbûn, kûrbûna hişmendiya azadî û demokrasiyê û bi hêztir xwedî li têkoşînê derketin derxist holê. Vê yekê her kes ji aliyê xwe ve dinirxîne. Lê divê hêzên demokratîk ên şoreşger, gelê me û dostên me herî zêde binirxînin, jin û ciwan binirxînin. Ji ber ku tevahiya salê wan dagirtî jiya. Bi çalakî, hişmendî û kirinên xwe mohra xwe li salê dan. Ji ber vê yekê, yên ku encamên salê çêtir fêm dikin jî ew bi xwe ne. Yên ku dê nirxandina herî rast bikin ew in.
Em bawer dikin, nirxandinên herî xurt Rêber Apo dike. Bê guman ê salê baştir pênase bike ew e. Em vê di dilê xwe de, di hişê xwe de hîs dikin û fêm dikin. Lê jixwe pratîka li Îmraliyê tê zanîn, ji bo ku kes agahî negire astengî çêdikin. Ji bo hemû mirovahiyê, gelê me, her kesî ji van ramanên rast û kûr bêpar bihêlin, sîstema Îmraliyê, êşkence, tecrîd û qirkirinê pêk tînin. Lê em jî dikarin fêm bikin û hîs bikin. Em jî têdikoşin. Ji ber vê yekê, em dikarin wateyek bidin pratîk û jiyana xwe. Rêbertî nîşanî me da ku em çawa wate bidin û vê hêza me derxist holê. Eger em xwendekarên baş bin, wê demê em dikarin salê bi watedayînê pênase bikin û destkeftiyên wê bibînin. Ji bo sala nû jî em dikarin pêşbîniyên rast û têrker bikin.
BI PÊŞENGIYA BERXWEDANA ÎMRALIYÊ YA 2023’YAN SALA HÊVÎ Û BERXWEDANÊ
Em sala 2023’yan weke sala hêvî û berxwedanê ya bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê pênase dikin. Ji bo hilweşandin û bidest xistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê seknek heye û berxwedaneke mezin tê meşandin. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gerîla, gel, jin, ciwan, dostên me, hemû hêzên welatparêz û demokratîk tevlî vê berxwedanê bûn. Lûtkeyê vê jî Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya 10’ê Cotmehê bû. Pêngav bi dirûşma ‘ji bo Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bû fînala vê berxwedanê. Em dikarin bibêjin ku, çalakiya herî watedar û girîng a sala 2023’yan Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya 10’ê Cotmehê ye. Em dikarin bibêjin pêngaveke ku mohra xwe li salê da. Çima? Ji ber ku biryardarî, yekîtî, îrade, îdîa hebû û her kes, her der digirt nava xwe.
Baweriya bi serkeftinê xurt e. Em ê bi vê pêngavê teqez encamê bigirin. Îdîa û biryardariya hemû gelê me yê welatparêz, jin û ciwanên ku çalakiyan bi rê ve dibin û hemû dostên me yên demokrat bi awayekî zelal tê dîtin. Di vê mijarê de lewazî û reşbîniyeke herî biçûk jî nîne. Her kes xwe bi vê pêngavê ve girêdaye û ji bo serkeftina wê hewl dide. Dibêjin, ‘Pergala êşkencê û tecrîdê ya Îmraliyê wê têk biçe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe.’ Ev du meh û nîv derbas bûn. Ev 2 meh û nîv in li her derê çalakî tên kirin, her roj tevlîbûnên nû pêk tên û daxuyanî tên dayîn. Di pêvajoya derbasbûyî de jî tevlîbûnek mezin çêbûn. Berxwedana greva birçîbûnê ya girtî û girtiyên şoreşger meha xwe ya yekem bi dawî kir. Di 27’ê Mijdarê de çalakiyên grevê destpêkirin, ev yek hêz û motîvasyon zêde kir. Mîna pêngavek nû bû, her kes li dora xwe civand. Li aliyê din meş û mîtîng li her derê dewam dikin. Çalakiyên girseyî yên ciwan û jinan qet ranewestiyan. Daxuyanî û tevlîbûn qet nesekinîn.
Her wiha di 10’ê Kanûnê de jî ji bo Rêbertî baştir were fêmkirin kampanyaya xwendinê hate lidar xistin. Ev bi rastî çalakiyeke pir girîng û bi wate bû. Çalakiyeke ku bi tevahî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Çalakiyeke ku li gorî rastiya Rêber Apo bû. Çima? Ji ber ku Rêber Apo tê wateya zanabûnê. Rêber Apo tê wateya zîhniyeta nû. Rêber Apo tê wateya jiyan û şêwaza nû ya jiyanê. Ji ber vê yekê Rêber Apo tê wateya hêza wateyê. Rêber Apo xwe weke hêza watedayînê pênase kir. Nêrînên xwe weke watedayînê pênase kir. Rêber Apo wate dayîna jiyanê, ji her tiştî bi qîmettir didît. Ew xwedî û afrînerê felsefeyek wiha ye.
Di Rêbertiyê de hişmendî û wate esas e. Ew naveke ku hemû deriyan vedike. Di têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de, hewldana xwendina pirtûkên Rêber Apo, nîqaşkirina ramanên wî, xwe perwerdekirin û hişyarkirin, hewldana azadkirina zîhniyeta xwe, bi tevahî li gorî rastiya Rêber Apo ye. Ji ber vê çalakiyek di cih de ye û watedar bû. Yên ku vê çalakiyê organîze kirine rastiya Rêbertiyê bi awayekî zelal fêm kirine. Tenê dixwazim vê yekê bêjim, divê ev çalakiyên wiha dewam bikin. Divê roj û dema xwendina Rêber Apo berdewam be. Divê her kes li ku asê ma, zehmetî jiya û bê çare ma, Rêber Apo bixwîne, parêznameyan bixwîne û paradîgmaya nû lêkolîn bike. Wê demê dê çareseriya her pirsgirêkê li wir bibîne. Çareseriya rast di pirtûkên Rêber Apo de hene. Perspektîfa çareseriyê heye, rê û rêbaz hene. Lewma divê di asta seferberiyê de bê xwendin. Divê hemû gelê me bixwînin, bila hevrêyên me bixwînin. Bi taybetî jî ez bang li ciwanan dikim.
DIVÊ RÊBER APO HÊ BÊHTIR BÊ XWENDIN Û LÊKOLÎN KIRIN
Hevalan hefteya borî rexne kirin; çima li Tirkiyeyê qels ma, li Rojhilata Navîn qels ma. Bi maf bû. Di rastiyê de eger xapandineke bi vî rengî hebe, weke heval diyar kirî pir xeter e. Rêber Apo jî Kurd e, em jî Kurd in. Wê demê ti kes nikare bibêje hemû tiştên ku Rêber Apo dizane, em jî dizanin. Ev meyzandineke pir şaş e. Bi Tirkî hat weşandin, hat vegerandina Kurdî, me xwend, yên ku dibêjin me beriya her kesî zanî, me têra xwe fêm kirin, di rastiyê qet fêm nekirine. Rêber Apo dema ku carekê dest bi dersê kirî, wiha gotibû, ‘Rexneyên min herî zêde ji wan kesan e, yên ku dibêjin ev rexne ne ji bo min in.’ Em dikarin vê gotinê, wiha sererast bikin. Wê demê yên pir kêm Rêber Apo fêm dikin, ew in yên ku dihesibînin herî zêde wan Rêber Apo fêm kiriye. Divê her tim xwendin û lêkolînek hebe. Di vî warî de divê li ser esasê ramanên Rêber Apo, xwe pêş bixin. Hewcedarî kî pê hebe divê bêhtir bixwîne.
Hewcedariya jinan zêdetir heye. Ji ber ku hêza herî bingehîn a azadiyê jin e. Ji her kesî zêdetir hewcedariya wan bi azadiyê heye. Divê ciwan bêtir bixwînin. Bi rastî jî divê gelê kurd hîn zêdetir bixwîne û tiştên ku têdigihîje parve bike. Divê gelên Rojhilata Navîn zêdetir bixwînin. Gelê me yê Bakur û ciwan divê zêdetir bixwînin. Divê ew fêm bikin, bixwînin, bişopînin. Divê ev yek di asta seferberiyê de pêk were. Bi taybetî di asta seferberiyê de ez bang li ciwanan dikim ku Rêber Apo her tim bixwînin û ji kûr ve fêm bikin.
Li aliyê din jî divê em vê yekê bibînin. Yanî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me hemûyan pêwîst e. Ev çalakî ji bo azadiyê ye, yanî ji çalakiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wêdetir, çalakiya azadkirina ruh, hest, raman û tevgerê ye. Çalakiya xwe perwerdekirin û xwe birêxistinkirinê ye. Li ser bingeha sosyolojiya civakî çalakiya xwe gihandina kesayeta azad e. Di vî warî de divê mirov vê yekê bibîne. Astengiyan datînin, qedexeyan derdixin. Hezar roj e ti agahî nîne. Her cure zext, êşkence û zilm tê kirin. Ew der bi rastî navenda rêvebirina qirkirinê ye. Qirkirina Kurdan li ser esasê sîstema Îmraliyê tê organîzekirin, birêvebirin û meşandin. Ev hemû ne tenê ji bo zexta li ser Rêber Apo ye. Ji ber hewcedariya me bi raman û nêrînên Rêber Apo heye, ewqas êrîş dikin.
A KU TÊ TECRÎDKIRIN RAMANÊN RÊBERTÎ NE: YANÎ HER KES E
Ya duyemîn jî, ev ji ber nebesiyên me ne. Eger em kêrî xwe hatibana, me rast fêm kiribana, têkoşînek serkeftî meşandiba mîna fîlozof gotî, her yek ji me mîna Apo baya, wê demê dê wateya êşkence, tecrîd û pêkanînên li Îmraliyê nebaya, wê tenê veguheriya tolhildaneke şexsî. Ji ber Rêber Apo gelê Kurd, jin û ciwanan hişyar kir û li dijî neheqî, îstîsmar û zilma vê pergalê rê li ber têkoşîna vekir, hewl didin tolê bigirin. Wateya van zextan tenê tolhildana wan îfade dike. Kêmasiyên me bi rastî dibe sedem ku ev zext dirêj bibin û girantir bibin. Wê demê kêmasî ya me ye. Bingeha xwe ji kêmasî û qelsiya me digire. Em xwe ji vê zemîna kêmasî û qelsî derxînin. Em Rêber Apo rasttir fêm bikin. Em hîn rasttir beşdar bibin û serkeftin bi dest bixin. Eger em di her qadê de, di qada têkoşîna îdeolojîk de, di propaganda, ajîtasyon, huner, wêje, perwerdehiya civakî, rêxistinkirin û rêvebirina civakê, şer, parastin, siyaset, dîplomasî, jiyana aborî û civakî de bibin xwedî seknek xurt wê demê dijmin dê gavek paşve bavêje û bibêje her kes bûye Apoyî… Parêznameyên Rêber Apo li her derê belav bûne. Lewma her kes Rêber Apo dixwîne û fêr dibe. Çiqas hewl bidin deng bibirin jî dê ev deng derkeve. Rêber Apo bi parêznameyên xwe ew dîwarên tecrîdê yên Îmraliyê ji mêj ve şikand û hilweşand û berê xwe da hemû cîhanê. Êdî her kes bi ramanên Rêber Apo xwe perwerde dike û Rêber Apo dixwîne. Rastî, jiyana azad û rêya têkoşînê ji ramanên Rêber Apo sûdê digire. Lewma Rêber Apo li her derê ye. Li hemû cîhanê, di dil û mejiyê hemû mirovahiyê de. Di navenda pêş ya têkoşînên azadî û demokrasiyê de.
Hêzên komploger ên navneteweyî qaşo hêvî dikin ku eger ew tecrîdê pêk bînin, rê nedin fikrên nû yên Rêber Apo derkevin derve û negihêjin şoreşger, welatparêz, gel, jin û ciwanan, ew ê têkoşînê lewaz û teng bikin û serkeftinê misoger bikin. Difikirin ku em nikarin tiştek bikin. Wê demê em bi hêrs û bertekeke mezin nêzî wan bibin. Ne tenê di gotin û îdîayê de, di pratîkê de divê em bikin.
DIVÊ SALA 2024’AN BIBE SALA SERKEFTINÊ
Wê çawa bibe? Ji xwe bi pêngavê re çalakî hatine destpêkirin. Bi hemû hêza xwe tevlîbûna pêngava azadiyê ya cîhanî ve pêkan e. Wê demê divê her kes tevlî bibe, em li her derê tevlî bibin. Divê her kes bi çalakî û şêweyên tevlîbûna nû û afirîner pêngava azadiyê ji hemû cîhanê re binivîsîne, kûrtir û berfirehtir bike. Bila şoreşeke mezin a azadiyê û têkoşîna azadiyê derxe holê. Ger em vê yekê bikin dê ev pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê ji holê rabe. Wê qet wateya wê jî nemîne. Yên dixwazin bi israr berdewam bikin jî, wê nekaribin bikin. Ji ber vê yekê divê em xurt tevlî bibin. Em van mijaran bi wesîleya dawiya salê careke din dinirxînin. Li ser vê bingehê em careke din xwe lêpirsîn dikin. Em rasttir fêm dikin.
Wê demê em bi têgihiştineke rasttir a rastiya Rêbertiyê dikevin sala 2024’an a mîladî û ji bo pêkanîna gelek serkeftinan amade ne. Dê çi pêk were wê demê? Sala 2024’an wê pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî pêş bikeve, berfirehtir bibe, pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê hilweşe û serkeftinên mezintir bê bidest xistin. Niha sala 2023’yan bû sala çalakiya stratejîk a herî watedar û bi bandor. Sala 2024’an jî wê bibe sala serkeftinê. Teqez armanc bi çareseriya pirsgirêka Kurd û misogerkirina azadiya Rêber Apo, pêngavê bi serkeftinê ve tacîdar kirine. Wê dervî vê armancê, armancek me ya din nebe. Em ê bi hemû hebûn, mêjî û dilê xwe bawer bikin ku ev ê pêk were û heta ku li ser vê bingehê têkoşînê geş bikin em ê teqez bi ser bikevin. Divê her kes ji vê yekê bawer bike. Di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de divê sala 2024’an bibe sala serkeftina têkoşînê. Bi baweriyeke mezin ez bang li her kesî dikim ku li ser vê bingehê têkoşînê berfireh bikin û her kesê ku çalakiyan li dar dixe silav dikim.
GERÎLA DERBÊN MIRINÊ LI DIJMIN DA
Me got sala 2023’yan sala gerîla ye. Bi rastî jî wisa bû. Di ketina sala 2023’yan de tevî şert û mercên herî dijwar jî pêngavên bi heybet pêş ketin. Piştî erdheja 6’ê Sibatê agirbestek hate ragihandin, ango demek a bêçalakîtiyê hebû. Gerîla bi biryar û helwesta xwe ya bêçalaktiyê re, çawa bi civakê ve girêdayî ye û parçeyekî bingehîn ê jiyana civakî ye, eşkere nîşanî her kesî da. Lê belê gelek derdoran vê yekê negirt dîqetê. Yanî gelek derdor hebûn ku bi eşkere û veşarî digotin, ger bêçalakî û agirbest çêbe, em ê piştgiriyê bidin û wiha bikin. Piştî tevgera me û gerîla ketin pozîsyonek wiha, ti deng ji wan derneket. Me hewldanek cidî nedît. Ji xwe desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî weke firsend, qelsiyek nirxand û ji bo qirkirina gerîlayan xwest êrîşên xwe zêde bike û encam bigire. Li dijî vê yekê gerîlayan li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Zap, Avaşîn, Metîna û li tevahiya Bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin kir. Di sala 2023’yan de herêmeke gerîla, yekîneyeke gerîla ku çalakiyan neke û li ber xwe nede, nema. Li her derê Bakurê Kurdistanê, ji Serhadê heta Dersimê, ji Mêrdînê heta Botanê, ji Amedê heta Garzanê her der bû qada çalakiyên gerîla. Çalakiyên mezin tenê bi çiyayan ve sînordar nema, li bajaran jî ji aliyê hêzên YPS’ê û milîsan ve çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên ku derbeyên giran li faşîzma AKP-MHP’ê dixe, pêk hatin.
Beriya mehekê gerîlayan ji bo silavkirin û pîrozkirina 45’emîn salvegera damezrandina tevgerê çalakiyek lidar xistibû û derbên giran li keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê dabûn. Niha jî di navbera 23 û 25’ê Kanûnê de çalakiyek mezin pêk hat û derbên giran li artêşa Tirk hatiye xistin. Pêşî li Xakûrkê, piştre li Kurojahro, piştre jî li Girê Amediyê ya li rojavayê wê çalakî pêk hatin. Di van çalakiyan de pişta artêşa Tirk hate şikandin. Yanî qebûl kirin ku li Xakûrkê û Metîna roja ewil leşker mirine. Paşê dema ku çalakiyên mezin ên Girê Amediyê û Kurojahro pêk hatin, vê carê yekser sînor danîn û nema windahiyên xwe eşkere kirin. Çapemenî ev çend roj in radigihîne; Dibêjin morgên Colemêrgê tijî cenaze ne. Çend birîndar hene? Yên mayî çi bi wan hat di berfa zivistanê de?
Ev çawa pêk hat hûn dizanin? Par bi ketina zivistanê re nirxandinek kirin. Ji hin cihan vekişiyan. Îsal jî fermandarekî Tirk pir ji xwe bawere hatiye herêmê. Di çapemeniyê de digot, “Ez ê zivistanê bimînim û şer bikim, ez ê bi vî awayî lêxim, ez ê derb li wan bixim.” Ev fermandarê Tirk jî ketiye herêmên ku ji aliyê hevalên me hatine valakirin. Fermandarên Biryargeha me ya Navendî her tim ev gotin, “leşkerên xwe ji wir vekişînin, an dê dawiya we xirab bibe, wê tev li wir bimirin.” Guh nedan û nexwestin fêm bikin. Di encamê de gotina Fermandarê Biryargeha me ya Navendî bi cih hat. Niha ketine nava panîkê û perîşan bûne. Hemû hatine sînor û hewl didin moralê bidin wan. Fermandarên Wezareta Parastinê jî qaşo hewl didin rewşê rizgar bikin.
Pirsnîşan çêdike, çima li Tirkiyeyê tiştek wiha pêk hat? Çima ev hêz ketin van herêman? Çima di nîvê zivistanê de li wir tên girtin? Raste, divê Tirkiyê li ser van mijaran zêdetir nîqaş bikin. Çima ev keriyên faşîst ên bi pere tên ragirtin di bin navê leşkeran de li Zapê çi digerin? Dibêjin gerîla gule berdane. PKK’ê lêxist? Helbet we wir dagir kiriye û hûn dixwazin wî tine bikin. Yê ku dixwaze gulebaran bike, divê ji bo gulebaranê jî amade be. Tu ji welatê wî tê wir çi? Çi karê te li wir heye? Çi eleqeya Zap, Metîna, Kurojahro, Rojavayê Kurdistanê bi we re heye? Qet lêpirsîna vê nake. Mirovan çawa dehfî cihên wiha dikin, qet vê yekê napirsin. Lê diyare êdî rim nakeve tûrikê.
SÛCDAR TAYYÎP ERDOGAN Û DEVLET BAHÇELÎ YE
Pişta wan şikest; encama îsrarkirina mayînê jî bi çavên xwe dîtin. Berpirsiyariya van hemûyan kî ye? Polîtîkayên AKP-MHP’ê yên heyî, polîtîkayên desthilatdariya Tayyîp Erdogan. Hîna jî îsrar dikin. Dibêje; Em ê derfetê nedin baronên şer û baronên terorê. Ma kesek ji te bêtir terorê pêk tîne heye? Ma kesek ji te bêtir ku fermana şer bide heye? Derdikeve derve û li pêşberî hezaran mirov dibêje, “Hûn dizanin ev gule bi çend qirûşe? Ev çek bi çiqasê ye hûn dizanin?” Çekên ku çêkirine, nediyare ku çêkirine jî ji vir û wir digire. Civaka Tirk jî bi gotina çekên herêmêye, ya netewê wan e dixapîne. Yek jî ji wan ne herêmî û ne jî neteweyî ye. Hemû ji vir û wir tên kirîn û montekirin. Yên ku dizanin, lêkolîn bikin. Wê diyar bibe ku ev rastî ye. Hûn tenê reklama wê dikin. Çima? Ji bo kuştina Kurdan. Tenê zîhniyeteke wisa faşîst, mêtinger û qirker heye ku xwe li ser esasê dijminatiya Kurdan, komkujî û qirkirina Kurdan de kilît kiriye. Berpirsiyarê van Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur e. Fermandarê Biryargeha me ya Navendî bi awayek zelal eşkere kiribû; “Eger ji vir venekişin dê bimirin û em ê ji mirina wan berpirsyar nebin.” Niha em ji kesên mirine ne berpirsyar in, berpirsyar desthilatdariya Tayyîp Erdogan e. Bi rastî jî li Tirkiyeyê kî demokrat be, welatparêz be, ji wan kesan hez dike, ji ciwaniya wan hez bike bila bizane Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî sûcdar in. Bila bi stûyê wan bigirin.
Ji bo di hilbijartinan de bi ser bikevin, li ser cenazeyan hevokên wêjeyî saz dikin. Wan merasîmên cenazeyan veguherandin mîtîngên hilbijartinê. Zarokên civakê dişînin, dikujin, li ser miriyên wan propagandaya hilbijartinê dikin. Ewqas durû û berjewendîperest in ev. Ji bo berjewendiya xwe her tiştî weke amûrekê bikar tînin, heta cenazeyên mirovan jî. Dibêjin şehîd jî. Li hemberî şehîdan nêzîkatiyek wisa dibe? Ma şehîdek wê dibe propagandaya hilbijartinê?
Gerîla di sala xwe ya 40’î de ye, li ser esasê berxwedana 15’ê Tebaxê bi xwe nûkirinê re derbên têk birinê li dijmin dixe. Têkoşîna xwe ya azadiyê di asta herî jor de didomîne.
BILA HER KES JI HEZKIRINA GERÎLA BAWER BIKE
Tevlîbûna herî xurt a pêngava azadiyê, ji aliyê gerîla ve pêk tê. Van çalakiyan dijmin qehirand, hêviya hêzên demokratîk û şoreşger zêde kir û agirê dilê wan vemirand. Ez ê vê bibêjim. Yên ku di Hamasê de li gerîlatiyê digerin, bila werin Zapê gerîlatiya rast, çalakiya gerîlatiya rast çawa ye bila bibînin û fêr bibin. Yanî li deverên cuda bila li şaşitiyan negerin. Gerîlatiya rast çiye? Çawa şer dike, şêwazê lêxistinê çiye, hedefa wê çawa ye; bila van bibînin.
Çalakiyên heyî ev yek nîşan dan, bi zelalî nîşan dan. Bi rastî jî dîsa gerîla nuqteya dawî li sala 2023’an danî. Çi got? Got, her tişt ji min tê pirskirin. Înîsiyatîfa vî karî, êdî li cem min e. Ji xwe heta niha me digot, asê bûye, ketiye tengasiyê. Niha çareseriyeke nû destpê dike. Ew jî pêvajoya paqijkirina dagirkeran e. Pêvajoya rizgarkirina deverên dagirkirî ye. Asta çalakiya gerîla ya di rewşa heyî de, çalakiyeke di asta têkbirineke giran de ye, çalakiya paqijkirinê ye. Divê her kes vê bizane û fêm bike. Dibêjin ku hatina pêncşemê, ji çarşemê diyar dibe; sala 2024’an ji hatina sala 2023’an diyar dibe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ev yek bi rengekî herî zelal nîşan da. Ez her kesê ku li ser vî bingehî tevlî çalakiyan bûye, ked daye, hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê, di şexsê Fermandarên me yên Biryargeha Navendî de li ser navê rêveberiya PKK’ê silav dikim. Ez vê serketina wan a mezin ku kelecan daye her kesê û hêviya serketinê zindî kiriye, pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku di sala 2024’an de serketinên hîn mezintir bi dest bixin. Ez bawer dikim ku wê bi ser bikevin jî.
Bila her kes bawer bike, gelê me û dostên me bawer bikin. Hunermend digot, ‘ji heskirina çiyayan bawer bike’. Bila her kes ji hezkirina gerîla bawer bike. Heta dawiyê layiqê vê baweriyê ne. Lewma bila li ti deverên din li benda tiştekî cuda nemînin. Li ser vî bingehî ez car din hêzên me yên gerîla pîroz dikim. Di sala nû de serketinê dixwazim.
TÊKÇÛNA HEVALBENDÊN DAGIRKERAN
Şerê rêya enerjiyê yek ji mezintirîn şerên îsal e. Dibêjin rêveberiya Tayyîp Erdoğan ji bo ku rêyeke hevpar a enerjiyê pêk bîne, zorê li rêveberiya Iraqê dike. Ew jî dixwazin rêya kevn ya ku di destpêka salên 1900’î de ji aliyê Îngilîstanê ve hatibû avakirin û piştre girêdayî tifaqa Elmanya û Osmaniyan hewl hate dayîn ku bê aktîfkirin lê belê bi Şerê Cîhanê yê Yekem re rê li ber hate girtin, li ser Iraqê dîsa vê yekê bikin. Dihat gotin ku hewldaneke bi vî rengî heye. Qaşo ji bo vê yekê hevdîtin tên kirin. Eger tiştên bi vî rengî hebin nexwe ev vala ne û wê têk biçin. Ji ber ku şer heye û dewleta Tirk a dagirker sazkerê vî şerî ye. Bi dijminatî û qirkirina Kurdan AKP û MHP’ê vê yekê dikin. Berpirsên vê yekê ne Kurd û ne jî PKK’ê ye. Yên ku wiha fêhm dikin, şaş in. Têgihiştina wan şaş e. Her ku dewleta Tirk bi vê feraseta xwe ya şaş di nava siyasetê de be, wê li van qadan tim şer bidome. Li qada şer rêyeke enerjiyê ne pêkan e. Eger wan planeke bi vî rengî hebe jî hemû serobino bû û têk çû.
Qey dewleta Iraqê wê vê yekê fêhm bike. Wiha nabe.Tu yê hem şer îlan bikî û herî salona Neteweyên Yekbûyî û bibêjî ez dê 30 kîlometreyan bixim di bin kontrola xwe û hem jî piştre tu yê bibêjî werin li vir li ser vê yekê qezenc bikin. Ma ev sermayedar ew qas bêaqil in? Ger bêaqil bûna, ev qas cîhan nedixistin bin kontrola xwe. Nexwe yê ku li benda van yekan, bi xwe bêaqil e. A rastî jî rêbaza pergala sermayeyê fêhm nekiriye. Eger planên wan ên din ên êrîşê hebin jî ew dê hemû têk biçin. Em hêvî dikin ku dewleta Iraqê jî yanî hêzên siyasî yên li Îraqê jî wê ji vê yekê derseke pir baş bistînin. Tu kes nikare bi cerê Tayyîp Erdogan û dewleta Tirk here avê. Nikare tiştekî bi dest bixe. Lewma divê neyên xapandin. Em hêvî dikin ku wê neyên xapandin. Lê piştî wê dewleta Iraqê daxuyaniyek da û got ku dewleta Tirk 22 hezar caran qedexeyên şer binpê kiriye. Yanî ketiye dewleta Iraqê û bêyî destûr ji sînorên wê derbas bûye. Yanî ger Iraq dewleteke serbixwe be divê serweriya xwe biparêze. Dibêjin ava me nemaye. Tiştekî wisa nabe. Ev av jî ava kurdan e. Bazarkirina bi ava kurdan re û ji bo tunekirina kurdan bi tu awayî ne exlaqî û ne jî wijdanî ye. Yanî divê ne wisa be. Em di wê baweriyê de ne ku wê ne wisa be.
YÊ KU LI HESPÊ ERDOGAN SIWAR BÛYÎ, WÊ HILBIJARTINAN WINDA BIKE
Derket holê ku zêde wateya xwe tune ye ku mirov li Tirkiyeyê bibêje ez pir bi hêz im. Di rastiyê de kêm maye hilweşe. Di pêvajoya hilweşînê de êrîşî rex û dor dike, komkujiyên hovane pêk tîne, hewl dide her kesê bitirsîne û bi vî rengî ser piyan bimîne. Lê nikare. Divê mirov zêde matmayî jî nebe. Kêm maye ji bo rêveberiya Tayyîp Erdogan. Ev pêvajo, pêvajoya hilweşînê ye. Me di hilbijartinê de dît. Roja borî hilbijartin çêbû, me encamên wê dît. Asta herî baş li ku derê bû? Li Kerkûk bû. Li Kerkûkê çi derket holê? Encamên şerê Zapê derket holê. Tu evqas êrîş bikî, hewl bidî Kurdistanê dagir bikî û Kurdan ji cihên wan bikî, Kurd wê çi bertekê nîşan bidin. Kerkûkê ew bertek nîşan da. Hem bi tevlîbûna wê hem jî bi encama welatparêziyê ya ku derketî holê. Ev ji ber vê serketinê hemû Kerkûkiyan pîroz dikim. Li Şengalê jî heman rewş çêbû. Ev encam di rastiyê de encamên li dijî van êrîşên dagirkeriyê ne. Bertek encam in. Bila her kes ders derxîne. Kê winda kir? PDK’ê winda kir. Çima winda kir? Ji ber ku li hespê Tayyîp Erdogan siwar bû, lewma winda kir. Mirov nikare bi hespê dagirkerî, mêtingerî, zihniyet û siyaseta qirkirinê yê Tayyîp Erdogan biçe cihekî. Herhal yên di nava PDK’ê de jî vê yekê dibînin. Wê fêm bikin ka çima ev bi serê wan hat? Ev qasî xwe mezin dikin, li meydanê jî ev qas winda kirin. Hemû jî di encama polîtîkaya wan de hat guhertin. Tişta ku derketî holê çi bû? Yên serî li ber dewleta Tirk ditewînin, hevkariyê dikin, xizmetê dikin winda kirin. Li giştî Iraqê û herêmên Kurdan jî yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabûn, bi ser ketin. Deverên ku rêveberiya AKP-MHP’ê hewl dide bi êrîşan dagir bike, di hilbijartinê de bi ser ketin. Bi eşkere li holê ye ku ev encam bi vî rengî çêbûne. Wê demê divê her kes vê bibîne. Divê her kes rastiyê bibîne. Ev bertekek baş e. Em wê fêm dikin.
Di encamê de wê çi bibe? Helbet em dixwazin ev were rewşeke hîn bi rêxistinkirî. Em dixwazin hîn zelaltir be. Bila êdî her kes cesaretê ji vê bigire. Tiştekî ku mirov jê bitirse tune ye. Dewrê hikûmtiya dewlea Tirk a li Rojhilata Navîn, derbas bû. Erê, paşerojê hêzek wî hebû, li pişt cîhanê bû. Sîstemê wezîfe dabû dewleta Tirk da ku Rojhilata Navîn kontrol bike. Cendirme çêkiribû. Li gorî vê jî piştgirî didayê. Êdî ew piştgirî tune ye. Rewşa stratejîk a dewleta Tirk ji holê rabûye. Êdî li Rojhilata Navîn ti fonksiyon û rolê wê nemaye. Lewma bila siyaseta Kurd jî vê yekê bibîne. Hemû partiyên din, rêxistin, siyaseta Iraqê jî bila baş bibîne. Bila her kes baş bibîne. Ew dewrê berê êdî derbas bû. Yanî pêwîstî bi tirsê nîne. Ji xwe diyar dibe ku hêza heyî jî di çi rewşê de ye.
BÊYÎ LI PIŞT XWE BINÊRIN, WÊ BIREVIN
Em ê di pêvajoya pêş de bibînin ku wê çi bibe. Bêyî ku li pişt xwe vegerin, wê birevin. Yan jî wê mîna rojên borî, têk biçin. Ji wan re çare tune ye, rê tune ye. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ev yek bi eşkere got. Wê demê divê her kes ji vê yekê ders derxîne. Evane ne gotinên vale ne. Ji wî alî ve em hîn xurttir bibin, hîn bi îradetir tevbigerin, hîn bi cesaret bibin. Em li dijî van êrîşên mêtinger, dagirker, ên ku desthilatdariya Iraqê nas nakin bibin xwedî helwesteke hîn xurttir. Bila civak helwesteke hîn xurttir raber bike. Ez bang li gelê me yê Başûr dikim. Divê welatparêziya şoreşgerî ya li Başûr, hîn bandortir be. Divê bi ser dagirkeran de biçin.
Şehîdên vê berxwedanê çêbûn. Ez hevrê Helmet, Welat, Memyan û Huseyîn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Hevrê Helmet zarokê bi wêrek ê gelê Başûr bû. Li Girê Amediyê derbeya herî giran li dagirkeran xist. Xet ev e. Xeta welatparêziyê ya Başûr ev e. Xeta rast ev e. Wê demê divê bi taybetî ciwanên Başûr hevrê Helmet ji xwe re mînak bigirin. Li ser vî bingehî têbikoşin, bêyî tirs û bi rêxistinkirî li dijî dagirker û qirkeran derbikevin. Em bawer dikin ku wê bi vî rengî jî çêbibe. Ev yek pêş dikeve. Her ku diçe ne tenê li Başûr, ji hemû Kurdistanê dewleta Tirk wê were derxistin. Dem tê. Wê demê divê her kes xwedî li wezîfeyên xwe yên welatparêziyê derkeve da ku van ji Başûr paqij bikin. Banga me li ser vî bingehî ye. Em van hêzên berxwedêr hemûyan jî silav dikin.
TIRKIYE JI BO ÊRÎŞÊN XWE LI HINCETAN DIGERE
Pênaseya piştî çalakiyên gerîlayan êrîşî Rojava kiriye, ne rast e. Dibe ku di heman demê de pêk hatibin. Lê ti eleqeya şerê gerîla yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi Rojava re nîne. Ev şer qewimî. Ne rast e ku mirov bêje gerîla çalakiyek pêk aniye û ji ber vê yekê jî artêşa Tirk êrîşî Rojava dike, dişewitîne û wêran dike. Ew dijminê her kurdekiye, dijminê her kurdekî welatparêz e. Ji ber ku derb ji gerîla xwariye, kêm êrîş dike. Ger ji gerîla netirsiya, ne tenê Efrîn, li her derê Qamişlo û Hesekê jî dagir dikir. Ji ber ku ditirse nikare bike. Ji ber vê yekê jî, ji ber çalakiyên gerîla êrîş pêk nayê. Jixwe planên wan hene. Ger firsend bi dest bixe, hêza wî hebe, dê êrîşên dagirkeriyê pêk bîne. Ji ber ji gerîla ditirsin û hêza wan têr nake êrîşên hewayî pêk tînin. Berî her tiştî, divê em vê yekê rast fêm bikin. Divê em rast nêz bibin. Serastkirin pêwîst e. Yanî gelên Rojava, Bakurê Rojhilat û Sûriyeyê jî ev yek fêm kirin. Dema çalakiyên gerîla pêk hatin, daketin qadan. Gerîla pîroz kirin. Ew baş dizanin ku çalakiya gerîla çalakiya wan a herî xurt a parastinê ye. Bi ruh û bi her tiştî xwe ve girêdayî gerîla ne. Em vê rastiyê jî bibînin. Li aliyê din dewleta Tirk her ku firsendê dibîne bi awayekî bêsînor êrîşî Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ev zilamê bi navê Hakan Fîdan derket û bi awayekî eşkere got ‘Em ê li her derî bixin û wêran bikin.’ Her wiha got ku ew ê hemû qadên jiyanê, qadên xizmetguzariyê, binesaziyê û avahîsaziyê wêran bikin. Her dema ku derfet bi destê wan dikeve êrîş dikin ji xwe. Ev êrîş bi tevahî li ser vê bingehê ne. Em vê dibînin, fam dikin.
Gelê me yê Rojava û gelê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şehîd dan. Ez şehîdên wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Gel daket qadan û xwedî li jiyana azad û pergala demokratîk derket. Bi zelalî eşkere kirin ku wê berxwedan pêş bikeve û mezin bibe. Ev helwesta rast ev e ji xwe. Lê divê ev rastî bê dîtin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya niha dijminê hemû kurdên welatparêz e, li ku derê kurdek bibîne, ji bo îmhakirinê êrîş dike. Divê her kes vê baş bizanibe. Êrîşên dawî bi tevahî li dijî qadên jiyanê û qadên xizmetguzariyê yên civakê hatin kirin. Li nexweşxaneyan dixin, li rêyên hesinî, li dibistanan, li cihên kar, li navendên hilberînê û li rêyan dixin. Bi rastî jî bi lêdana hemû qadên jiyanê û xizmetê dixwazin jiyana civakî tune bikin. Ewqasî bi awayekî hovane, êrîşkar û qirker êrîş dike. Ger hêza wî hebûya dê biketa û dagir bikira. Divê her kes vê rastiyê bibîne.
Bala xwe bidin, aliyên ku wan şermezar bikin pir nîne, dengê wan zêde dernakeve. Aliyên ku li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê derdikevin hene. Ji ber ku dagirkeriyek a qirkirinê ya bi vî awayî dewam dike. Rast e em jî li dijî wê ne. Lê rewşa li Rojava? Çima dema Hakan Fîdan daxuyanî dide û dibêje ‘em ê lêxin’ kesî dengê xwe dernexist? Çima dema gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî bombebaranek dijwar tên ewqasî bêdeng dimînin? Di vî warî de divê gelên hesas ên Tirkiyeyê vê rewşê baştir tehşîr bikin. Aliyên demokrat nikarin bibin hevkarên van êrîşan. Ev pîvana demokrasiyê ye. Me got, helwesta li Îmraliyê, helwesta li hemberî êrîşên qirkirinê, helwesta li hemberî mafên azadiya gelê Kurd kaxeza turnusole ye. Kaxeza turnusole ya demokrasiyê. Ya rast jî ev e ji xwe. Ji ber vê yekê jî bêyî ku li dijî wan derkeve mirov ti carî nikare bibe demokrat. Divê her kes vê bizane. Lewma li dijî vê zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger, qirker divê têkoşîneke mezin a demokratîkbûnê bê pêşxistin. Şoreşger û demokratên li Tirkiyeyê zêde li ser vê yekê nesekinîn. Divê her kes hewl bide vê rastiyê rave bike. Ti aliyek vê ya ku mirov bipejirîne û qebûl bike nîne. Rewşek rezîliye. Sivîlên civakê qetil dike, ji vê girantir sûcê mirovahiyê tune. Ji ber ku ev hemû êrîşên qirkirinê û pêkanînên qirkirinê ne.
EZ SEKNA BERXWEDÊR A GELÊN ROJAVA SILAV DIKIM
Ez êşa gelê me yê Rojava û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîs dikim û parve dikim. Yanî zehmetî hene, zext û zorî hene. Lê belê ez dixwazim van yekan bînim ziman; bi awayekî din rêyeke bidestxistina jiyana azad û demokratîk tune ye. Yê li hemberî me dijmin e. Divê her kes baş bizanibe. Dewleta Tirk faşîst, talanker û qirker e. Dijminê kurdan e, dijminê gelan e, dijminê azadî û demokrasiyê ye. Li ku derê Kurd û gelên ku ji bo azadî û jiyana demokratîk li ber xwe didin hebe, êrîşî wan dike û komkujiyan pêk tîne. Ev rastiya wan e. Nexwe divê her kes vê yekê baş bizanibe û fêhm bike. Divê êrîşên bi vî rengî me netirsîne. Bi taybetî jî divê tu kes xaka xwe neterikîne. Yanî jixwe vê yekê ji bo valakirinê dikin. Piştre jî diçin kesên din û çeteyan tînin û wan bi cih dikin. Me ev yek li ser xaka xwe dît. Divê her kes dersekê jê bistîne. Ji wir jî tu kes divê gavekê jî bi paş ve neavêje û xaka xwe neterikîne. Lê helbet wiha jî nayê sekinandin. Wê demê divê mirov girêdayî rewşa vî şerî û van êrîşan xwe amade, perwerde û birêxistin bike. Yanî divê mirov şêwaz û pergaleke jiyanê ya li gorî vê yekê pêş bixe. Bi kurtî divê berxwedan pêş bikeve, bertek bên nîşandan û bi rastî jî divê tol were stendin. Nabe ku êrîşên bi vî rengî bê bersiv bimînin. Li gorî esasên welatparêzî û şoreşgerîyê ev yek nayê qebûlkirin. Bergirî hewce ye. Divê her kes bergiriyên hewce bigire, dikarin bên girtin. Hewce ye em nebêjin bergirî tune ye. Nexwe jiyana azad û demokratîk wê li ser esasê xweparastina li dijî her cure êrîşê be. Em ê pergala xwe ya parastinê pêşve bibin. Em ê dê parastina xwe pêk bînin. Hemû mirovên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin, ciwan û zarok şervanên azadiyê ne. Hêzeke parastinê ne. Hewce ye ku xwe, xaka xwe û welatê xwe biparêzin. Divê xwedî vê hişmendiyê bin. Li gorî van yekan divê xwe perwerde û birêxistin bike û li ser vê bingeha perwerde û rêxistinbûnê çi hewce be divê bê kirin. Ya ku rast e, ev e. Ger em wiha tev bigerin wê ev êrîş hemû werin pûçkirin. Ez dubare şehîdên gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînim. Ez berxwedana wan, sekna wan û sekna wan a berxwedêr silav dikim. Ez bang li wan dikim ku xwe bi hêztir bi rêxistin bikin û biparêzin.