QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo di bin pêşengtiya Înîsiyatîfa Gel meşekî hat li darxistin li dijî êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hedefkirina saziyên medenî, binesazî û noxteyên eskerî, ku tê de 9 welatî şehîd bûn.
Meş bi beşdarbûna hezaran zarok, ciwan, jin û mêr li ber Dermanxaneya Deham dest pê kir. Di pêşiya meşê de pankartên bi suretên êrîşên dawî û silogana “Bijî Berxwedana Rojava” bi zimanên kurdî û erebî hatin hildan. Meş li çarxereya Tîmsal veguherî mîtîngekî.