Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da.
HRE`yê da zanîn ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û hedefgirtina sivîlan, gelek çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê xwe de bîlançoya çalakiyên ji 22`yê Kanûnê heta 28`ê heman mehê hatin parvekirin.
Agahiyên berfireh wiha ne:
“Di 22`yê Kanûnê de, li bajarê Efrînê çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha seyareyek çeteyan hat îmhakirin.
Di 26`ê Kanûnê de, baregehên artêşa Tirk çm li Marê, Kefer Mizê û Kil Cibrîn hatin hedef kirin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.
Di 27’ê Kanûnê de, li bajarokê Babê li hember navendekî polîsan ya girêdayî çeteyên dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin, 6 polîs jî birîndar bûn. Di heman rojê de li Efrînê li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha seyareyek çeteyan hat rûxandin.
Di 28`ê Kanûnê de li bajarokê Babê li hember 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.
Di encama van çalakiyan de bi giştî leşkerekî artêşa Tirk, 3 çete û 2 polîs hatin kuştin, 10 leşkerên artêşa Tirk, 9 çete û 6 polîs jî birîndar bûn.”