Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî aşkera kir ku hêzên wan li dijî noqteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî, çalakî li dar xistine.
Navendê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya mafê parastina rewa û bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de, hêzên me gelek çalakî li dijî dagirkeran li dar xistin. Di wan çalakiyan de, navend û baregehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gelek deverên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin hedef.
27`ê Kanûnê, hêzên me li eniya bajarokê Til Temirê saet di 11:00`an de çalakiyek li dijî baregeheke dewleta Tirk a dagirker a li gundê Ezîziye li dar xist. Li gorî agahiyên ku hêzên me piştrast kirine, di encama çalakiyê de 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê di heman rojê de, baregeheke dewleta Tirk a dagirker a li gundê Çetel ê nêzî gundê Seyade yê bakurê Minbicê bombebaran kiriye. Her wiha şervanên meclisê xwe gihandin nuqteya çeteyan û di navbera wan de şer derket ku 20 deqeyan dirêj kir. Di encamê de 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Her wiha li eniya Minbicê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê baregeheke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li gundê Mehsenlî yê bakurê bajêr kirin hedef û bi çeteyên dewleta Tirk re şer kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”
Li gorî daxuyaniya navendê di wan çalakiyan de 14 leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne.