Duh leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Herêma Biradost 3 ciwanên birayê hev û li ber sewalên xwe şivan bûn, revandine.
Her 3 ciwan heya derengiya şev hatine êşkencekirin û piştre radestî çekdarên PDK’ê hatine kirin.
Heya niha çarenûsa wan nayê zanîn û malbata her 3 ciwanan nizanin rewşa zarokên wan çawane û li ku tên ragirtin.
Nehat zanîn leşkerên dewleta dagirker a Tirk ji bo çi her 3 ciwan revandin.