QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo cenazeya Ciwan Elî, ku di êrîşê dewleta tirk li ser çapxaneya Sîmav a 25’ê Kanûnê birîndar bû û piştre li nexweşxane şehîd bû, bi merasîmek tê oxir kirin. Bi giştî 7 welatî di vê êrîşê de şehîd bûn û hejmareke kesên din birîndar bûbû.