KOBANÊ – Dewleta Tirk a dagirker li hember çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê ku di qadên Berxwedanê de bi awayekê serkeftî çalakiyan dikin û bi fedaiyîtiya xwe xwedî doza gelê xwe yê welatparêz derdikevin edî nizanê çi bike û çawa li hember qeremantiya gerîla bisekine. Ji ber ku hêza wan têra gerîla nake gelê me yê welatparêz dike hedef û dîsa sûcê xwe yê şer dûbare dike.
Lê gelê me yê welatparêz bi taybet bi peşengtiya Jinên Ciwan û Ciwanan de çalakiyan dikin didin diyarkirin ku wê tu carî ev dijmin wê nikaribe bi balafirên xwe wan bitirsîne. Ev gel ji dijminê xwe netirse û tu car nakeve bin bandora wan qirkeran. Li ser wî esasî 3 Ciwan û Jinên Ciwan li bajarê Kobanê bi Nûçegihanên me re axifîn û hêrsbûna xwe li hember dijmin bi vî rengî parve kirin:
Alikar Mistefa ku weke jinekê ciwan li bajarê Kobanê jiyan dike diyar kir ku: “Weke hûn dizanin dewleta Tirk êrîşê xwe li ser me dike. Her çiqas dewleta Tirk êrîşên xwe li ser me dike em her tim amadene ku li beramberî vê yekê dakevin qadan. Em ji dewleta Tirk natirsin. Her çiqas dewleta Tirk êrîşê xwe li ser me dike û dixwaze tirs di me de ava bike jî, em natirsin. Bi zarokê me heta extiyarên me yê heftê salî em ê derkevin qadan.
Em berxwedana gerîla pîroz dikin ku 88 çeteyên Tirk hatin cezakirin. Bimre Erdoğan, Erdoğan faşîst e!”
Ciwanekê din ku li bajarê Kobanê jiyan dike bi navê Navrêz plansaziyên dewleta Tirk a dagirker bi êrişên ku dike diyar kir ku, ew axa xwe dernakevin û koçber nabin.
Navrêz her wiha destnîşan kir ku; “Dewleta Tirk bi balafirên xwe êrişê xwe li ser Kobanê, Hesekê û Qamişlo dike. Her tim cihê sivîlan êrîş dike. Lê em bajarê xwe bernadin, em welatê xwe dernakevin, ev erd erdên me ne tu kes nikare me ji erdên me dûr bixe. Li Kobanê beramber Miştenûr her şev êrîşê bi tangan dike û top baran dike. Em mirovên sivîlin, navê min Navrêz, ez ji bajarê Kobanê me. Ez dernakevim ji Kobanê ya xwe, erdê xwe bajarê xwe bernadim, Ez welatê xwe bernadim, koçber nabim.
Bila balafirên xwe rake her şev êrîş bike, em wek gel natirsin.”
Ocalan Mistefa jî ciwanekê bajarê Kobanê ye û taybet çalakiyên gerîla azadiya Kurdistan pîroz kir û got: “Em wek ciwanên Kobanê em ê hertim ser piyan bin. Dewleta dagirker cihen me dixe, cihên sivîlan, cihên xwezayî dixe. Wê ji 88 leşkerên Tirk zêdetir jî wê werin cezakirin, wê hertim zêde bibe. Bijî berxwedana gerîla. Bijî Serok Apo!”