STENBOL – Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din tev li kampanyaya “Ji Rêber APO re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” bûn, serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan.
Di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cuda yên cîhanê bi daxwaza “Ji Rêber APO re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanya hatibû destpêkirin. Hezar û 25 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din, di çarçoveya kampanyayê de serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan. Di çarçoveya xebata bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo Parastina Rêber APO de, di mehên mijar û kanûnê de hezar û 25 parêzeran îmze dan. Îmzeyên hatine komkirin, bi rêya înternetê bi peyameke ingilîzî ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hate şandin.
Parêzeran peyama xwe di heman demê de ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê re şand ku parastina hiqûqî ya Rêber APO dike.