NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Sakîne Cansiz ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku 28’ê Kanûnê êvarê saet derdora 21.00’an de li Taxa Bostanli ya navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê li dijî faşîstekî sivîl çalakiyeke sabotajê li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wesayîteke faşîstan hatiye şewitandin û hat gotin, “Me ev çalakî ji bo silavkirina agirê berxwedanê yê bi lehengî ji aliyê gerîla ve hatiye geşkirin, kir.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em weke şervanên fedaî yên gelê xwe, emê li beramberî dewleta faşîst, vê pergala mêtînger û zordar, piştgirên wî û çeteyên wê yên bi pere, bi kurtasî li beramber hemû hêzên dij – şoreşê li her cihê ku em lê ne emê derbeyê lê bixin.”