NAVENDA NÛÇEYAN – Sala 2023 ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê tijî çalakî bû.
Ji dest pê kê şoreşê heya niha ciwanên welatparêz pêşeng bûn û di çepeyên parastina axa welat cih girtin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger jî li ser şopa şehîdan û li ser çanda berxwedanê, li dijî dagirkerîyê, desthilatdarî û ji bo xizmetkirina gel, di her miliyên de ciwanên bi rêxistin dike.
Bi sekna xwe ya bê westandin, li dijî teslimiyet û îxanet, şoreşê ji êrîşên fîzîkî û îdeolojîk diparêze.
Vê sal, Tevgera Ciwanên Şoreger, ji bo pêkanîna erkên demê, tevlî hemleyê “Cenga Azadiyê Serbixin” bû. Danasîna fikirê Rêber Apo, bi rêxistinbûn û parastina cewherî li her mal û tax hatin bi pêş xistin.
Bi rêyê akademiyên û kampan bi zimanê kurdî û erebî, ji bo zanekirina ciwanan û pêşxistina jiyanekî hevbeş perwerdeyên girtî yên demdirêj hatin li darxistin.
Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî hemleyê navnetewî ya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” jî bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civak û ciwanan, li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê parêznameya “Sosyolojiya Azadiyê” ya Rêber Apo hat xwendin û di dawîyê de komxebatan ji bo nîqaşkirina encamê wê hatin lidarxistin.
Di dawîya meha Mijdarê, ji bo piştgiriya vê hemleyê û pîrozkirina salvegera 45’emîn a tekoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê, beşdarî meşa dirêj a 3 rojan li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bû.
Bi berxwedana gerîla rabû û soza tolhildanê li hemberî êrîşên li dijî mirovahî ya dewleta Tirk a dagirker da.
Tevgera Ciwanên Şoreger wê ji bo parastina nirxên şoreşê û şehîdan, ji bo parastina çand, exlaq, û avakirina jiyanekî azad bi biriyardarî tekoşîna xwe berdewam bike.