Weke ku tê zanîn bi şîara “Ciwan Dîrokê Dinivisin” di navbera 3 û 5’ê Mijdarê de li Parîsê Yekemîn Konferansa Ciwanên Cîhanê hate lidarxistin. Ji gelek cihan gelan ciwan beşdarî konferansê bûn. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdar bûyîn çêbû. Berdevka Ciwanên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Nadya Yûsif yek ji wan ciwanên beşdarî konferansa ciwanên cîhanê bû ye. Nadya Yûsif behsa nêrînên xwe yên ji konferansê, sedemên hevdîtina bi ciwanên enternasyonalîst re û diyaloga wan a piştre kir. Yûsîf, piştî Ewropayê çû Başûrê Kurdistanê û li wir bi rêxistinên ciwanan re hevdîtin pêk anî, li ser vî esasî têkildarî naveroka hevdîtinan û mijara ku li ser rawestiyan ji ajansa me re axivî.
“Navê min Nadya Yusuf e. Nunera dibistana Yekitiya Jinên Ciwan, di Meclîsa Suriya Demokratîk MSD de xebat dikim. Wek ciwanên Rojavayê Kurdistanê di destpêka meha mijdarê de em tevlî konferansa ciwanan ya cîhanî bûn. Wek şandeyek ji Rojavayê kurdistanê di konferansa cîhanî de me cih girt. Di dîroka ciwanan de konferanseke pir girîng bû ku di asta cîhanî de hate lidarxistin. Beriya ku konferansa me ya cîhanî were lidarxistin, konferansa me ya Rojhilata Navîn 4 caran hate lidarxistin, ji bo na wê jî em dikarin bêjin ku ev konferansa Rojhilata navîn hişt ku em xwe birêxistinbûna xwe xûrttir bikin, ji bo ku em bikaribin gaveke di asta cîhanî de wek rêxistina ciwan em biavêjin. Konferansa me li paytexta Fransa Parîsê hate lidarxistin. Li ser asta 3 rojan hate birêxistinkirin her wiha ji 5 parzemînên cîhanê ciwan beşdarî vê konferansê bibûn. Nîqaşên pir girîng ji bo pirsgirêkên ciwan di asta cîhanî de jiyan dikin hate nîqaşkirin. Her wiha têkoşîn û nasnameya ciwanan ya ku di bin siyaseta vê pergalê de de hatiye belavkirin pêwîstiyeke me hebû ku em bi hejmareke ewqas ciwan bên gel hev û li ser pirsgirêkên xwe nîqaşên bi vî awayî bidin meşandin. Di vê konferansê de gelek panelên ku çareseriyên pirsgirêkên ciwanan hate lidarxistin. Mînak; koçberî, zayendperestî, ciwan û perwerde, di bin dirûşmeya jin jiyan azadî de panelek hat lidarxistin her wiha mijarên cûr be cûr li ser panel hate lidarxistin. Di vê dema ku em tê de derbas dibin, pirsgirêkên em di nav civakê de dibînin, siyaseta ku pergal di nav ciwanan de dide belavkirin, em pê re rû bi rû dimînin. Ji bo vê jî ev konferans pir girîng û dîrokî bû. Ji ber ku pergal û zihniyeta ku em di nav de jiyan dikin ne tenê li Rojavayê kurdistanê û Rojhilata navîn di tevahî cîhanê de em weke ciwan di bin pergala zilamdewlet de pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Her wiha siyaseta wan ya qirêj li ser me tê meşandin ji bo ku wek ciwan ji cewhera xwe ji şoreşgertiya xwe bê dûrxistin vê yekê dikin. Ji ber ku ciwan pêşengtiya civakê dike ji bo wê jî siyasetên ku ciwan ji cewhera wan dûrbixin dimeşînin û dixwazin ciwan bê nasname bihêlin. Ev pirsgirêk hatin ziman. Gelek nîqaşên me jî di navberan de hate kirin, meraqa wan ya ku şoraşa di pêşengtiya jin û ciwanan de hatiye destpêkirin nas bikin, ew jî di welatê ku jiyan dikin de pêşengtî bikin. Her wiha bi birdoziya netewa demokratîk ve em têkoşîneke hevpar bidin. Wek ciwanên cîhanê konferansa me ya yekemîn bû. Em dikarin bêjin ku ji bo me ezmûneke yekemîn bû ku em ewqas hejmareke jin û ciwan werin li cem hev bi rastî jî, mohreke dîrokî weke rêxistina ciwanan me avêt.
Her wiha wek şandeya Rojavayê Kurdistanê em beşdarî Başûrê Kurdistanê bûn hevdîtin bi gelek rêxistinên cûda re hate kirin. Ji bo ku em bikaribin weke ciwanên Rojhilata Navîn têkoşîna ku me daye destpêkirin bi riya van konferansan em hîn zêdetir xûrttir bikin û bi riya van konferansan zihniyeta ku pergala baviksalar her dixwaze ciwanan binpê bike û yê ku di bin qurbaniyên vê siyasetê taybet jinên ciwanin. Ji bo ku em bikaribin xwe ji wê sîstemê û wê zihnîyeta wî xelas bikin, encax em bikaribin çalakiyên bi wî avayî bi girseyên bi vî avayî bi riya van konferansan têkoşîneke hevpar wek ciwan bidin meşandin. Li ser fikra netewa demokratîk her wiha nasnameyeke ciwan a azad bidin afirandin encax bi çalakiyên bi vî avayî em dikarin nasnameya ciwanên azad ferdên azad bidin avakirin. Ji bo na wê jî çalakiyên bi vî avayî ji bo rêxistina me ya ciwanan gaveke pir mezin e. Her wiha bi konferansa me ya cîhanî ku hatiye lidarxistin ve wek rêxistina me ya ciwan û jinên ciwan ji bo xebat û têkoşînên ku emê bimeşînin de wê di asta baştir de were meşandin. Piştî konferansê meclîseke ciwanan ya di asta cîhanî de hate avakirin. Ji bo ku em bikaribin weke ciwan di asta cîhanî de rêxistinbûna xwe pêk bînin. Her wiha ev girseya me ya ciwanan ku li ser paradîgmaya netewa demokratîk hate nîqaşkirin wê bibe sedema yekemîn ku ji bo Azadiya Rêber APO fizîkî ya ku em 24 salin ji bo azadiya Rêber APO xebat didin meşandin ne tenê ji bo tenê agahî ji Rêber APO re bigrin, bi fizîkî bi Rêberê xwe re jiyan bikin. Ji bo na wê jî ev konferansa cîhanî hatiye lidarxistin, bersiveke bû ku ji komploya navdewletî ya ku ser Rêberê me hatiye kirin û di encama vê komployê de Rêberê me hatiye dîlgirtin. Ji bona wê jî bi destê hemû dewletên dinyayê ev komplo hate plankirin. Ev konferansa me ji hemû dewletên desthilatdar, ji hemû dewletên ku li ser Rêberê me tecrîd di nav tecrîdê de didin meşandin. Wê xebatê me her berdewam bikin û têkoşîna me ya hevpar ji vir û şûn de wê di asta cîhanî de bê meşandin ji bo ku em bikaribin wek ciwan azadiya xwe bidest bixin her wiha bi Rêberê xwe re di civakêk û welateke azad de ku pêşengtiya wê jin û ciwan bikin emê bi dest bixînin.”