Rexne û Rexnedayin mijarekî ku em serbixwe bigrin dest ango bi ekolekî zanistê ve girêbidin nîn e. Rexne û rexnedayin tenê bi xwandin û li ser lêkolinkirinê ve jî nayê fêmkirin. Heman demê rexne- rexnedayîn rêgezek ku tenê di fermiyetê de pêk tê jî nîn e. Ji ber ku Rêgezekî ya jiyana rast û jiyana bi wateyê e. Ger di mijara rexne û rexnedayinê de têgihiştina rast bê avakirin wê demê emê ferq bikin ku rexne û rexnedayin bersiva pirsa ‘çawa bijîn’ derdixe holê.
Divê em bizanibin ku rexne û rexnedayin, tarz, tempo û uslûba me hem di jiyana rojane de hem jî bi giştî hêza me ya di tekoşînê de diyar dike. Ji ber ku bi rexne û rexnedayinê re em guhartinên zihnî jiyan dikin û ev yek di şewaza jiyana me xwe diteyisine. Tişta ku di zihniyetê de em nikarin derbas bikin, em nikarin di pratikê de jî derbas bikin. Ji bo vê jî em nikarin rexne ji rexnedayinê û rexnedayin ji rexne qut bigrin dest. Bi taybet ji bo kesên ku lêgerînên wan ên azadiyê hene û ji bo vê têdikoşin, rexne- rexnedayin rêbaza herî rast a xwe lêpirsîn kirin, ya şaş û ya rast ji hev derxistin û bi vî awayî rêbaza xwe gihandina heqîqetê ye. Rast axaftin û rast pêkanîn e. Heta em dikarin bêjin ku mirov bi rexne û rexnedayinê xwe avadike, xwe pêşdixe û xwe azad dike. Ji ber vê jî pêwîste em- jin, ciwan, kal, pîr, zarok ferq nake- rexne û rexnedayinê li ser her tiştî serwer bikin.
Ger destgirtina me ji rexne û rexnedayinê re bi vî rengî nebe wê demê pêwîste em li ser vê mijarê bisekinin û di giringiya rexne- rexnedayinê de têgihiştinekî rast pêş bixin. Rêber APO dibêje ‘ Yên ku hêza wan a rexnekirinê tine be, ne mumkin e ku dijminê xwe bikin hedef. Yên ku îdeolojiya dijmin rexne nakin, nikarin pratîka wî jî bikin hedef. Ya/ê ku di rexnekirinê de ji zelalbûnê re rê venakin û pêwîstiyên vê bi cîh nayinin, nikare bi şerê germ dijmin pêşwazî bike.’
‘Xebatên me xebatên rexneya îdeolojîk bûn.’
Di diroka tevgerên demokratîk, sosyalîst, çepgir, femînîst û hwd de rexne û rexnedayin rolekî pir mezin dileyze. Li hember pergala fermî derketin yekem car bi rexnê ve pêş dikeve. Tekoşîna li hember vê jî bi rexnedayinê ve pêk tê. Ji ber ku rexne, ya şaş anina li ser ziman e, rexnedayin jî, wê şaşitiyê ji holê rakirin e. Lê mixabin partî, tevger û pêşengên wê demê vê yekê ji rêze girtin dest û tenê bi rexnekirinê ve sînordar man. Ev yek jî bû sedem ku tekoşîna wan zû an jî dereng belav bibe û bigêhije asta tasfiyebuyînê. Dîroka Reel Sosyalizm tijî bi mînakên vê ne. Kesên ku rexne-rexnedayinê parçe dikin, şaş dinirxînin û naxin navenda tekoşîna xwe, qirêjbuyin jiyan dikin. Heta ji van kesan kesayetên oportunîst û pir xeter jî derdikeve.
Yek ji kesên ku rexne û rexnedayinê rast fêm kir û xist navenda tekoşîna xwe jî Rêber APO ye. Rêber APO rexne û rexnedayinê wek ‘şêwaza şer û jiyanê’ pênase dike. Ev rastî di şoreşa avabûna PKK û di kûrbuyina paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk de bi awayekî ber bi çav hatiye îspat kirin. Rêber APO bi rexne û rexnedayinê ve asta PKK a birdozîk gihand lutkeya herî jor û vê yekê kir malê hemû mirovahiyê. Tu carî bi tirs, du dilî û gûmanên şexsî nêz nebû. Dizanîbû ku ger di Kurdistanê de şoreş çêbibe pêwîste destpêke rewşa ku di Kurdistanê de tê jiyan kirin rast were pênasekirin û li hember vê jî tekoşînek xurt were meşandin. Çawa ku ‘bê partî li Kurdistanê pelekî ji darê nahêje; bê rexne û rexnedayîn jî ne tekoşîn ne jî şoreş pêk tê’ . Rêber APO bi vê yekê re şoreşa jinê bi dest xist. Di kesayeta Fatma (Kesire Yildirim) de rewşa jina Kurd dahurandin kir û tekoşîna li hember jina klasik û bindest derxist pêş. Bi vê yekê re jî tekoşîna azadiyê ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn û ji Rojhilata Navîn ber bi cihanê ve belav bû. Ji bo vê jî PKK wek tevgera rexne- rexnedayinê tê naskirin. Tişta ku anha Rêber APO di Îmraliyê de nû dike û zindî dihêle rexne û rexnedayine.
‘Hemû jiyana me tenê bi rexnekirinê ve dikare were sererastkirin’
Ji bo ku em nêzikatiyekî rast ji rexne û rexnedayinê re pêş bixin pêwîste zanebûn û têgihiştina me hebe. Xwe perwerde kirin û perwerde wek pêwîstiya xwe ya herî bingehîn dîtin di vir de pir giring e. Bandoriya psikolojiya bindestî û dagirkeriyê tehribatên pir mezin di meji û rûhê me de çêkiriye û êrîş her diçin zêdettir dibin. Wê demê emê xwe çawa ji êrişan biparêzin; Xwe ji erîşên dijmin (bi taybet erîşên îdeolojîk) parastin, bi tekoşîna me ya hundurin ve girêdayiyê. Di vê mijarê de parastina cewherî esas e. Parastina cewherî jî bi asta me a ideolojik û siyasî ve pêşdikeve. Pêwîste em xwe ji kesayeta xav, dogmatik, lîberal, kesayeta ku xwe û derdorê xwe dixapîne rizgar bikin. Ger em rast nêzî xwe nebin û xwe ji rastiyê dûr bixin wê demê emê bi pergalê re lihevkirinê jiyan bikin. Ev yek jî rê li ber oportunizmê vedike. Peşiya vê yekê girtin û gav avêtinekî mezin jiyan kirin kûrahiyekî mezin a naskirina dîrok û civakê dixwaze.
Emê azweriyên xwe lêpirsîn bikin. Rêber APO dibêje ‘Pêwîste hûn intihara hest û evîne bikin’. Wê demê emê bibin xwedî hêst û helwestên azadiyê. Emê tû carî hevî û baweriya xwe wenda nekin. Emê her dem di gûhartin û vegûhartinê de bi israr bin. Tişta ku em dibêjin (rexne dikin) emê pêk bînin (rexnedayina xwe bidin). Ji bo vê jî pêwîste em rexne- rexnedayin ji tarz, tempo û uslub qut negrin dest. Wek Rêber APO dibêje ‘ Divê mirov xwe nas bike. Divê ji cîhekî ve derketin were pêkanîn. Bi rastî jî jiyan hinekê jî îspatkirin e. Divê bi teqezî ya/ê ku îspat dike, digihêje serkeftinê were avakirin. Mîsogeriyên min ne xwedayî ne…Emê bibin niqaşvan, şewirmendiya rewşan bikin, venêrîner û çavderîner bin.’
Wek fedaiyên Rêber APO pêwîste em vê heqiqeta Wî esas bigrin û vê rastiyê bixin navenda tekoşîna xwe. Rûxme ku pergala kapîtalîst bi êrîşen xwe dixwaze mejî û ruhê me pûç bike jî wek ciwan û jinên ciwan, xwe nû kirin, timî di nav legerîn û radikalbuyin taybetmendiyên me yên herî pêş in. Ev taybetmendiyên me, me dikin pêşengên civakê. Ji ber ku em tirs, nêzikatiyên bi hesap û gûmanên şexsî esas nagrin. Bi vî awayî kesayeta me ji rexne û rexnedayinê re vekirî dibe. Di encamê de jî rexne û rexnedayin xwezayi dibe rêgeza me ya tekoşînê. Durutî, xwe xapandin û rastiya xwe veşartin, azweriyên erzan û jiyana takekes bi rastiya ciwantî re nabe yek. Ciwan asta heyî tû car têrker nabinin û tekoşîna derbaskirina rewşa heyî esas digrin. Ji bo vê jî ger rexne û rexnedayin çeka herî mezin a Rêber APO ye, çeka me ya herî mezin jî rexne û rexnedayin e.
Serkeftin Tîjda