NAVENDA NÛÇEYAN- Kovara Ciwanên Welatparêz ku her du mehan carekê bi zimanê Kurdî û Tirkî ji bo ciwanên Bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê derdikeve, bi dirûşma “Li hember komploya 1999’an bi ciwantî şer bikin” derket. . Kovara ku hejmarên wê yên Çile û Sibatê derdikevin, bi dîzayn û kategoriyên xwe yên nû pêşberê bi xwendevanên xwe yên ciwan re ye.
Kovara me ya Yurtsever Gençlik bi hejmarekî taybet ya meha Çile û Sibatê bi şîara “Li hemberî komploya 99’an em bi ciwantî şer bikin” derdikeve.
Di ketina sala nû ya 2024’an de kovara Yurtsever Gençlik li ser avabûna YCWK dîzayn û bi kategoriyên nû derdikeve pêşiya we.
Beşa perspektîfa Rêber Apo şoreşger pêwiste çawa be her wiha di beşa perspektîfa giştî û perspektîfa jinên ciwan bi çî tarz û rêbazê rêxistinbûyinê bi kîjan rihê ve xwe bigihinin serkeftinê pêşiya ciwanan ronî dike. Di beşa portreyê de yek jî pêşengên tevgera ciwanan di komployê 9’ê Cotmehê de bi şehit Sara û şehîd Fidan Dogan re re di Parîsê de hate şehîd xistin şehîd Leyal şaylemez cîh digre. Di beşa dosyayê de nîvîsên ku cîh girtine “Di şerê gel a şoreşgerî de rola YCWK”, “Rastiya malbatgêrî” Tetîkkeşên û xwinreşên faşîzmê Hîzbûlkontra” Hêza me ya herî mezin bîrdoziya me ye” nirxandinên giring derketi ye.
Bi rihê ciwanên APO’yi di sala 2024’an de xwe gihandina serkeftinê teqes e. Kovar Yurtsever Gençlik bi vi rêyê nîşana zaferê ji bo hemû ciwanên welatparêz û şoreşger me bixwinin me binasin.
Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbikevin.
Hûn dikarin li ser adresên jêrin xwe bigihinin me.
https://t.me/KmlnCwn
https://t.me/yurtsevergenclik