NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 30’ê Kanûnê de li ser rêya Amed/Elezîzê li dijî depoya kesekî ku bi AKP’ê re hevkariyê dike çalakiyek li dar xist.
Daxuyanî wiha ye:
Çalakiya yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amedê!
30’ê Kanûna 2023’an saet di 00:20 de li ser navnîşana kesê ku me dît ku bi AKP’ê re dixebitî, li derdora taxa Îplîkê ya li ser rêya Amed/Elezîzê ku weke depo bi kar dianî çalakiyek hat lidarxistin.
Weke YCWK’ê çalakiyên me yên li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û hevkarên wê yên li Kurdistanê polîtîkayên îmha û înkarê dimeşînin, dewam dikin. Ciwanên Kurdistanê di dîrokê de li hemberî van polîtîkayên faşîst bêdeng nemînin. Weke YCWK’ê em weke pêşengên vê erka dîrokî xwe berpirsyar dibînin û diyar dikin ku li her qadê li dijî faşîzm û dagirkeriyê em li cem gelê xwe yê çar parçeyên Kurdistanê ne.