STENBOL- Bûyer li ber deriyê Metroya Vezneciler a li nêzî Zanîngeha Stenbolê pêk hat. Dema komek xwendekar polîtîkayên KYK’ê yên li hemberî xwendekaran protesto dikirin, rastî êrîşa komeke ku weke endamên komên îdealîst tên binavkirin, hatin.
Xwendekarên Zanîngehê yên endamên Çalakiya Xwendekaran a ku gotin ‘Em bi 66 TL’yên KYK’ê nikarin bijîn’, dema li ber deriyê Metroya Veznecîlerê li dijî polîtîkayên KYK’ê li ser xwendekaran belavok belav dikirin rastî êrîşa komeke faşîst hatin.
Ciwanan gotin, ‘Em xwendekarên zanîngehê ne, em nikarin rojane bi 66 TL KYK’ya ku ji me re tê xwestin bijîn.’