KOBANÊ – Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê îro bi amadebûna hemû endamên xwe û rêveberiyên desteyê civîna xwe ya salane li dar xist.
Beşdarên civînê Elî Ehmed Elî, Avaşin Misto, Ehmed Eluş û Mistefa Cemal derbarê civîn û kar û xebatê Desteya Ciwan û Werzişê li herêma Firatê bi ajansa me Nûçe Ciwan axivîn.
Civîn bi xwendina rapora salane ya desteyê destpêkir û piştire rewşa siyasî, rewşa ciwanan, rewşa rêxistinî û projeyên hatine cîbicîkirin hat nirxandin.
Civîn bi encamnameyekî berfireh bi dawî bû. Tê de ev xal hatin diyar kirin: “Amadekirina komên lîstikvanên jin û mêr ji bo şetrenc û goga maseyê, vekirina perwerdeya kompiyoter, vekirina dewreya hakiman, lidarxistina semîner û nîqaşan li ser mijarên fikirî û meslekî, vekirina perwerdeya Akademiyên sporî, avakirina koma tîkwando, destpêkirina şampaniya fotbolê li xeta rojava, li Navçeyên Girê Xezalê û Çelebiyê, sazkirina dewreyên werzîşê li dibistanan”.
Civîn bi siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.