NAVENDA NÛÇEYAN- Zarokek Kurd di dema şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Zarokê Kurd dibin çavande hat êşkencekirin. Piştre ji ber êşekcenceyê neştergerî kir û di dema neştergeriyê de jiyana xwe ji dest da.
Li gor nûçeyên di medyaya Îranê de hatine belavkirin, duh êvarî zarokê Kurd yê bi navê Berzîn Hemze ku di dema şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû binçavkirin û êşkencekirin, di dema neştergeriyê de jiyana xwe ji dest da.
Hat gotin Berzîn Hemze yê temen 16 salî xelkê parêzgeha Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ye. Di dema şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ de ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin û li gor gotina malbata wî ji beriya were binçavkirin ti nexweşiyek wî nebû. Hat gotin, di dema hatî binçavkirin de sê caran ji ber êşkenceyê ji ser hişê xwe çûbû.
Li gor amaran, di dema şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ de li parêzgehên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê nêzî 300 zarok hatin binçavkirin. Heta niha tenê navê 193 ji wan eşkere bûne.