MARSÎLYA – Belgefîlm di şexsê şehîdên Parîsê de bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Her wiha jinên ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna meşa girseyî ya 6’ê Çile li Parîsê bê lidarxistin kirin. Ravekirin wiha ye: “Em hêvî dikin ku ev bibe destpêka rêze çalakiyên dirêj ên ku ji aliyê xweseriya jinan ve tên organîzekirin. Xweserî amûreke têkoşînê ye, ji bo gihandina hêza me ya jin û çûna ber bi civakeke wekhev ve ye. Divê em têbikoşin ku qadên ku zîhniyeta serdest a mêr dagir kiriye, bi prensîb û rengên xwe vegerînin eslê xwe. Ji ber ku salek bi ser şehadeta Evîn, Mîr û Abdurrahman li Parîsê re derbas bû û ji ber ku em nêzî 9’ê Çile roja şehadeta Sara, Rojbîn û Ronahî dibin, me ji bo nîşandana belgefîlma jiyana şehîd Sara hilbijart. Tê diyarkirin ku şehîd Sara ji bo çi têkoşiya û ji bo çi têdikoşe, ji bo me jinên ciwan girîng e bi bîr bînin ku wê hemû jiyana xwe ji bo çi feda kiriye. Û gotin; “Em bang li gelê Kurd û dostên wan, di serî de jinên ciwan dikin ku di 6’ê Çile de kolanên Parîsê tijî bikin.”