Navenda Nuçeyan- Înîsiyatîfa Zanîngeha Demokratîk a Enqereyê, ji bo balê bikişîne ser şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêber Apo û çalakiyên greva birçîbûnê yên ku 41 roj in ji aliyê girtiyên siyasî yên li zindanê ve didome, panelek bi navê ‘Tecrîd û Zîndan’ li dar dixe.
‘Nirxandina pêvajoya hiqûqî ya grevên birçîbûnê û polîtîkayên’ ji aliyê parêzer Çîgdem Kozan, ‘Binpêkirina mafên tenduristiyê û şert û mercên ne têrker ên li zindanan’ ji aliyê Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Tabîban a Enqereyê Doktor Onur Erdem û ‘Polîtîkaya tecrîdê ya di çarçoveya tecrîdê de ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazici ve were nirxandin. Panela bi sernavê ‘Tecrîd û girtîgeh’ sibê saet di 15.00’an de li Şaxa ÖHD’ê ya Enqereyê di bin moderatoriya Înîsiyatîfa Zanîngeha Demokratîk, bi rojeva “Rêxistina polîtîkayên tecrîdê yên li ser xwendekarên zanîngehê û helwesta ciwanên xwendekar” tê li darxistin.
Înîsiyatîfa Zanîngeha Demokratîk a Enqereyê bi nivîseke li ser hesabê xwe yê X’ê hemû ciwanên zanîngehê vexwend panelê. Di parvekirinê de hat gotin, “Em li bendê ne ku hemû hevalên me beşdarî panela me ya li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîd û pêkanînên dijhiqûqî yên ku ji zindanan li hemû beşên civakê belav bûne, bên destpêkirin.”