Hejmara yekemîn a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz di sala 2024’an de bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî, Azad Bike Rêbertî” derket. Di hejmara Çile-Sibatê de gelek gotarên ku li ser wate û girîngiya felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ji bo jinên ciwan û sala nû ya têkoşînê ku bi vê felsefeyê dest pê kiribû, bi xwendevanên Jinên Ciwan ên Welatparêz re hatin cem hev.
Kovara ku li ser felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ye, bi perspektîfên Rêbertî û Jinên Ciwan sala nû ronî dike. Bi perspektîfên Rêbertiyê yên bi navê “Jin, Jiyan, Şen, Can, Cîhan” û bi perspektîfa Jinên Ciwan a bi navê “Jin Jiyan Azadî xeleka me ya berxwedanê ye” ji bo pêvajoya nû perspektîfên xûrt dide. Di nivîsa dosyayê ya kovarê de ronîkirina felsefeya Jin Jiyan Azadî û her wiha di beşa portreyê de jî jiyana têkoşeriya Şehîd Nûjiyan Ocalan ku li Kobanê şehîd bibû vedibêje. Di beşa bîrdozî de ku di heman demê de yek ji kategoriyên nû yên kovarê ye, dîroka felsefeya “Jin Jiyan Azadî” pêşkêşî xwendevanên xwe dike. Her wekî din ji pênûsa Şehîd Sakîne Cansiz cih tê dayîn.
Kovara me ya Jinên Ciwan ên Welatparêz wê di sala nû ya têkoşînê de bi kategoriyên xwe yên nû ve bi gotarên xwe yên nû wê bi we re be. Heya ku em di hejmarek nû de hev bibînin ciwan bimînin û ciwan bimînin.
Berfirehiya kovara me ya Jinên Ciwan yên Welatparêz dikarin ji lînkên jêre peyda bikin.
https://t.me/jinenciwanturk
https://t.me/yurtsevergenckadin