Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, detayên çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên di navbera 4-6’ê Çileyê de pêk anîne, eşkere kir. Daxûyanî wiha ye:
Herêma Şehîd Delîl Rojava Zap
* 4’ê Çile saet 10.00’an de dagirkerên ku xwestin bi teqemeniyên qedexe çeperên me yên şer ên li herêma Berxwedana Girê Cûdî bombebaran bikin, bi taktîka sabotajê hatin hedefkirin û 1 dagirker hate cezakirin.
* 4’ê Çile saet 10:10 û 12:00’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hatiye xistin û 2 çeper hatine lêdan.
* Di 4’ê Çile de saet di 14.00’an de dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Cûdî çalakî li dar xistin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
*Di 6’ê Çile de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Cûdî di navbera saet 08:30-14:30’an de çalakî li dar xistin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
* 6’ê Çile saet 16:00’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hatiye xistin û çeperek hatiye derbekirin.
* 4’ê Çile saet 12.00’an de qemyoneke dagirkeran a li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê bi çekên giran hate derbkirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe, gaza kîmyewî û dronên teqemenî
* Di 4 û 6’ê Çile de çeperên me yên şer ên li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê du caran bi teqemeniyên qedexe û 3 caran jî bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin bombekirin.
* Di 4’ê Çile de çepera me ya Şehîd Diyar a li herêma Zapê 2 caran bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hate bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker pêk anîn
*Di 5 û 6’ê Çile de Bêşîlî, Şêlazê, herêma Serê Metîna ya herêma Metîna 8 caran, Ava Lolanê, Sinînê, herêma Kolît a girêdayî herêma Balayan 4 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 22 caran hatiye bombekirin. Di van bomberdûmanan de tu windahiyên me nebûn.
* Herêmên Zap, Şehîd Delîl Rojava Zap, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bomberdûmankirin.