NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîma Îranê bi ferzkirina çarşafê û şîdeta polîsên hicabê dixwaze li Îranê her dem bibe gef li ser jinan. Tevî van hemûyan jî jin bi bihaneya canê xwe jî ji bo bidawîkirina hemû zilm û zordariya vê rejîmê bi çalakiyên xwe yên li her derê, piştî qetilkirina Jîna Emînî jî didomînin.
Ev têkoşîn bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bû sedem ku jin careke din dîroka Jin Jiyan Azadî bipirsin û hêviyên mezin li têkoşîna xwe zêde kirin. “Em ê hesab ji hêza rêxistinbûyî ya felsefeya Jin Jiyan Azadî bipirsin! “Jinên ku dibêjin, rejîma Îranê bi kiryarên xwe yên li qadan protesto dikin.
Li gel van hemûyan, di dema ku rejîma Îranê li ser ferzkirina vê şîdetê li ser jinan israr dike, jinên ku bi erka nixumandina xwe û tundiya polîsên hicabê re rû bi rû ne, hene.
Çalakvana jin a Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Roya Heşmatî ji ber parvekirina wêneyê xwe yê li parkê bi 74 qamçiyan hat cezakirin. Tehran7. Roya Heşmatî ya ku cezayê wê ji aliyê Serdozgeriya Herêmê ve hat înfazkirin, ji ber ku di dema cezayê xwe de çarşefa xwe negirtibû, bi cezayê nû hat tehdîdkirin.
Dema cezayê qamçiyê ya Roya Heşmatî ya ku di dema qamçiyan de bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” qîriya wê berxwedan bidome, hat înfazkirin, serî, mil, pişt û lingên wê kirin hedef. Roya Heşmatî ku di dema cezakirina qamçiyan de jî rastî tundiyê hat; “Min di dema îşkenceyê de dirûşma Jin Jîyan Azadî berz kir. Ji ber ku ez têkoşîneke bi rûmet dimeşînim, ceza wê bandorê li têkoşîna min neke.” got.
Heşmatî diyar kir û piştî vê yekê çi qewimî
“Vê sibehê, min ji bo înfaza cezayan bi parêzerê xwe re têkilî danî û em bi hev re çûn dadxaneya dewera 7. Lê belê li ber deriyê ketinê em hatin zivirîn û li ser rêya şaxa infazê min çarşefa xwe jê kir.
Berpirsiyarê şaxê got: ‘çarşefa xwe li xwe bike da ku nekeve tengasiyê’, lê min got: ‘Ez ji bo vê qamçiyê hatim, ez ê li xwe nekim.’ Li cihekî gazî kirin, efserê înfazê derket jor û got: ‘Çarşefa xwe bide serê xwe û bide pey min.’ Min got ‘ez ê li xwe nekim’.
Ji min re gotin ku ‘ Wê demê tuyê çi bikî? ‘ ‘Tu dizanî li ku derê yî û ez ê ji te re bi qamçiyan nîşan bidim tu li ku derê yî û ezê ji te re dosî vebikim’. ez ê heftê û çar qamçiyan li te bidim da ku tu dîsa bibe mêvanê me,’
Min dîsa li xwe nekir. Em daketin qata xwarê û çend zilamên din jî ji ber ku alkol vedixwarin anîn. Zilamê nobedar bi desthilatdarî dûbare kir: “Ma tu wê li xwe bikî?” lê min nekir. Du jinên bi perde hatin û gelek caran perdeya min li min kirin, lê min her carê çarşefa xwe jê kir. Destên min li pişta min kelepçe kirin û şal li min kirin û min perda xwe çend caran vekir
Em daketin jêrzemînê; Di dawiyê de odeyek bi cihê razanê yê hesinî hebû. Li her du aliyên wê hesinî, kelepçeyên ji bo ling û destan hebûn. Piçekî nêzî vî alî, bi avahiyeke hesinî ya ku dişibihe esîlekê şovalye hatibû girêdan. Ev odeyeke îşkenceyê ya serdema navîn bû.
Hakim got: Xanim tu baş î? ‘Pirsgirêkên te hene?’ pirsî. Min wek ku ez tune me, bersiv neda. Got “xanim ez bi te re me” lê min bersiv neda. Berpirsiyarê înfazê got, çakêtê xwe bîne. Min çakêt û şapikê xwe bi çarçoweya hesinî ya jûreya îşkenceyê daleqand. Got: “Şalê xwe li xwe bike”. Min got, ‘Ez ê nekim. Min got: ‘Quranê têxe bin çengê xwe, paşê jî were li min bide.’
Jinik hat û got: “Ji kerema xwe re serhişk nebe” û şal bi ser serê min de kişand. Dadger got, ‘Zêde hişk lê nexin.’ Mêrik bi biryar dest bi lêdana milên min, pişt, sing û ranên min kir. Min hijmara qamçiyan winda kir û got: ‘Bi navê jinê, bi navê jiyanê: Kirasê koletiyê çiriya. ‘Dê şeva tarî ya esareta me wê bibe şeveq, hemû birînên teze wê bipêçin, hemû bend wê bibin bivir’.
Bi dawî bû û em derketin. Min nehişt ku ew bifikirin ku ez diêşim. Em derketin pêşberî dadger. Min serê xwe li ber derî vekir. Jinikê got: “Ji kerema xwe vê li xwe bike.” Min ew li xwe nekir, lê hakim dîsa şal di oda xwe de kişand ser serê min. “Em jî ji vê rewşê ne razî ne, lê ev ceza ye û divê were înfazkirin.” Min bersiv neda.
Wî got “Heke hûn dixwazin cûda bijîn, hûn dikarin li derveyî welat bin,” Min got ‘Ev welat yê her kesî ye’. Wî jî got; “Erê, lê divê hûn rêzê li qanûnê bigirin,” Min got, bila hiqûq karê xwe bike, em ê berxwedana xwe bidomînin. “Em ji odeyê derketin û min şapikê xwe avêt paş.”