REQA – Îro Yekîtîya Jinên Ciwan li kampa penaberan ji Girê Spî ya girêdayî navçeya Til Semen a Eyn Îsa di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” civînekî li darxistin.
Her wiha, civîn bi deqayekî rêzgirtin li ser rihê tevahi şehîdên şoreşê dest pê kir. Civîn ji aliye Neda Şahîn u Nadiya Axsî hate birêveberin. Di axaftinên xwe de dan diyar kirin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur u Rojhilatê Sûriyê bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hatiye û ji ber vê jî girîng e ku jin û bi taybet jinên ciwan bi erkê ku dikeve li ser milê xwe heta dewi têbikosin ji bo azadîya fîzîkî ya Rêberê gelan Rêber Apo, ji ber bi vê fikirê îro gelên herêmê karibûn weke tevahi netewan bi hev du re jiyan bikin, çi kurd be, ereb be yan ji netewaki din jî be. Destnîşan kirin ku ji ber vê yekê azadiya jin bi azadîya fizîkî ya Rêber Apo re pêkane. Her wekî din axaftin berdewam kir. Di heman demê ji aliyê beşdarvanan de nîqaş hat kirin.