NAVENDA NÛÇEYAN – Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên ku li Îmraliyê bi şandeyan re çêkiribûn de der barê komkujiya li Parîsê de nirxandinên girîng kiribûn.
Bi munasebeta salvegera 11’emîn a komkujiyê em nirxandinên Rêber Apo ji nû ve diweşînin.
Rêber Apo di nirxandina 11’ê Çileyê 2013’yan de der barê qetilkirina jinên Kurd e diyar kiribû ku ev karê “Giladioya nû ye” û wiha gotibû: “Ev peyamek ji bo me ye. Peyam ev e: “PKK wisa dikare bê çareserkirin! Darbeya 9’ê Çile darbeya qedandina pêvajoyê ye. Komkujiyên wek Madimak, Başbaglar û yên din encama perspektîfa ku CIA’yê daye ye.”
Rêber Apo di hevdîtina 23’yê Sibata 2013’yan de ev nirxandin kiribû: “Bûyera Sakîneyê fikar bi min re çêkir. Sakîneyê li Ewropayê aştî temsîl dikir. Komkujî hîna ronî nebûye. Ha li me xistine ha li Sakîneyê xistin. Bûyerek tarî ye. Darbe hîna didome. Hûn jî di nezelaliyê de ne. Wek Sakîneyê. Heta ku parastina xwe ya cewherî amade nekin neçin tu derê. Dema ew li we bixin hûn nikaribin lêxin neçin. Bi dewletê bawer nekin. Hûn dizanin du caran li Ahmet Turk xistin. Carekê li Samsûn carekê li Îzmîrê. Ya li Sakîneyê hat kirin dikare li we hemûyan bê kirin. Mekanîka hikûmeta Tayyîp ev e; Bi qasî bikaribe li tevgera Kurd bixe destûr dide xwe; Ji aliyê saziyên vesaeyet, hêzan ve qad ji wan re tê vekirin. Serokwezîr ev cih teşhis kiriye û baş bikr tîne. Ne parçeyek komployê ye. Desthilatdarî vê rêbazê wek alav dibîne, li PKK’ê dixe û cihê xwe saxlem dike.”
Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 2015’an de jî destnîşan kiribû ku komkujiya Parîsê bi awayekî plankirî hatiye pêkanîn û wiha gotibû: “Ji bo min hinceta şer bû. Sûîkasta Sakîneyê ji sûîkasta li Velîahdê Awusturyayê ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pêk hatibû, girantir e. Ji bilî min tu kes ji wan şert û mercên şer nikaribû xwe xilas bike. Ji bo min ev hemû dîtin, tevî giran bûn, min xebata li vir domand. Dema MÎT di bin tohmeta giran de bû min ev hevdîtin kirin. Ji vir şûnde jî êrîşên wisa dikarin hebin. Ya girîng ev e ku rêbaza xebatê ya rast bê meşandin.”
KOMKUJÎ
Di 9’ê Çileyê 2013’yan de li Parîs a Fransayê yek ji kadroya damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) di êrîşa li hember Buroya Enformasyona Kurdistanê de hatin qetilkirin. Derket holê Omer Guney yê komkujî pêk anî endamê MÎT’ê ye. Omer Guney piştî demekê li girtîgehê bi awayekî guman mir û doz heta niha nehatiye encamkirin.